بسم الله الرحمن الرحيم
?الحمد لله ربّ العالمين والصّلوة والسّلام على
سيّدنا ونبيّنا أبى القاسم محمّد وآله الطّاهرين ولعنة الله على أعدائهم أجمعين إلى
يوم الدّين?
RISALEYA TEWDÎHUL MESAIL
Ehkama teqlîdê
Mesela 1: Di usûla dîn (bingehên olê) da gerek yeqîn û bawerîya vebirî
ya mirov hebe. Û ev yeqîn ji her delîl û rê ve pêk hat, bes e. Çi bi delîl û
burhan be an jî bi gotarên dê û bav û gotarên mubelîx be, her çend nikaribe
delîl jî bîne.
Mesela 2: Mirov gerek di ehkama ne pêwîstî da an muctehid be û li ser
rê yên ictihada xwe ‘emel bike û an ji muctehidekî teqlîd bike, yanî: bi
fermanên wî ‘emel bike. Û an jî di sûreta da ku keyfîyeta ihtiyatê nas dike,
bila pê ‘emel bike. Wusa ku bila yeqîn bike teklîfa (ew tişta di stûyê wî-wê da
ye) xwe bi cîh anîbe wek: Eger hinek ji muctehidan ‘emelekî heram bizanibin û
hinekê ewan jî dibêjin heram nîne, bila pê ‘emel neke. Û eger ‘emelekî hineka
ferz û hineka jî musteheb (sunet) bizanibin, bila pê ‘emel bike. Û herweha ferz
e di keyfîyeta ihtiyatê da ihtiyat bike. Yanî: herweha ihtiyat mimkun e ji çend
rê ve be, rêya ku dixwaze pê ‘emel bike gerek mîna ihtiyatê be.
Mesela 3: Kesekê ku muctehid nebe û kiryarên xwe bê teqlîd bi cîh bîne
û teqlîd jî neke, ‘emelên wî-wê betal e. Yanî: nikare bi wê qîma xwe bîne û
gerek mîna meselaya 13-ê ‘emel bike.
Mesela 4: Teqlîd di ehkam da; ‘emelkirina ferman yên muctehid e û
gerek ji muctehidekî teqlîd bike ku: mêr ê balix, baqil, şî’e yê danzdeh imamî,
helal zade, zindî û ‘adil be. Mexsed ji ‘edalet ew e: karîn û hêza nefsanî seba
bi cîhanîna (‘emelên) ferz û terka gonehên mezin bila pê ra hebe. Û ihtiyata
wacib ew e ku merceê teqlîd bila li pey dinya nebe. Û lazim e ji muctehidên
dîtir zanatir be; yanî: di têgihiştina hukm ê Xwedê da, ji hemû muctehidên çax a
xwe zanatirîn be.
Mesela 5: Rêyek ji rêyên naskirina ‘edalet başîya zahirî ye. Yanî: bi
wî ra hatin û çûyîn û jî-yana bi hev ra hebe û di şertên têvel de gerek mirov
ewî bibîne ka meseleyên şer’î ri’ayet di-ke an cîran û rûniştvanên taxê
başbûna wî tesdîq dikin.
Mesela 6: Herweha du muctehid ji alîyê ‘ilmî ve wekhev bin ihtiyata
lazim ew e, mirov ji kesekê ku parêzertir e, teqlîd bike.
Mesela 7: Muctehidê zanatirîn digel sê rê tê nas kirin:
a-
Mirov bi xwe yeqîn bike an ewledar bibe. Wek mirov bi xwe ji kesên naser
û pispor be û bikaribe muctehidê zanatirîn nas bike.
b-
Du kesên zana ê ‘adil ku dikarin muctehidê zanatirîn nas bikin û
zanatirînbûna kesek tesdîq bikin. Bi şerta ku du kesên zana ê ‘adil bi gotina
wan ra mixalifet nekin.
c- Ictihad û zanatirînbûna kesek bila ewqas belav
bibe ku ji wî belavbûn û şohretê bona mirov zanîn an ewletî bila pêk bê.
Mesela 8: Eger naskirina zanatirîn dijwar be, gerek ji kesekê teqlîd
bike bila guman li ser zanatirînbûna wî hebe. Eger ihtimalek ze’îf bide ku kesek
zanatirîn e û ihtimala zanatirînbûna kesekê dî nede gerek ji wî kesekî teqlîd
bike. Û herweha eger bizanibe ku meselen du kes an di zanînê da wekhev in an jî
kesekê din bi diyarî ji wan, ihtimalen zanatirîn be û ihtimala zanatirîna ê din
nede, gerek ji kesekê mu’eyen e teqlîd bike. Û eger di nêrîna wî-wê da çend kes
zanatirîn in ji kesên din û li bal hev jî wekhev in, gerek kesekî ji wan teqlîd
bike.
Mesela 9: Sê rê hene ji bo bi destêxistina fitwa ya muctehid:
a- Mirov bi xwe ji muctehid she bike.
b- Bihîstin ji du kesên ‘adil ku fitwaya muctehid neql
dikin. Tenê bihîstina ji kesekê ‘adil asteng pê re heye da ku ji gotina wî,
zanîn an jî ewlêtî çêbe.
c- Dîtina fitwaê di risaleya muctehid da. Di halî
da ku mirov bi rastî bi wê risalê ewle bibe yanî: bizanibe hemû risalê, muctehid
bi xwe hazir kirîye an jî kesên ku ji bo wî saxlem û ewledar in, amade kiribin.
Mesela 10: Teqlîd tenê di tiştên ferz û heramê da lazim e. Lê teqlîd
di tiştên sunnet da lazim nake meger saunnetek be ku di wê da ihtimala wucûbî
hebe.
Mesela 11: Heya mirov bi xwe yeqîn neke ku fitwaya muctehid hatîye
guhurandin, dikare ewa ku di risalê da hatîye nivîsandin pê ‘emel bike. Û eger
ihtimal bide ku fitwaya muctehid hatîye guhurandin, lêkolîn lazim nake.
Mesela 12: Mayîna li ser teqlîda muctehid ê mirî, caiz e. Di rewşa da
ku muctehidê mirî û muctehidê zindî di zanînê da wekhev bin. Û herweha yekî ji
wan zanatirîn bû, teqlîd ji zanatirîn lazim e. Di mayîna li ser teqlîd a mirî da
ferqek di nava meseleyên ku pê ‘emel kirîye û meselên ku pê ‘emel ne kirîye,
tune.
Mesela 13: Vegerîn ji muctehidê sax bi mucehidê sax ê din, di rewşa
(di zanînê da) wekhev bin da, caiz e. Û eger ê din zanatirîn be, vegerîna li wî
ferz e.
Mesela 14: Dema fitwaya merc’eê teqlîd hate guhurandin, ‘emelkirina
muqellid bi fitwaya berê caiz nîne. Lê eger fitwaya berê mîna ihtiyatê be, ‘emel
bi wê ji ber ihtiyat astengek jê ra tune.
Mesela 15: Eger mukellef (muqellid) demekî ‘ibadetê xwe bê teqlîd bi
cîh bîne û miqdara wê ‘ibadetê jî nizanibe di vê halî da eger bizanibe ew
‘ibadet mîna fitwaya muctehidek ku gerek ji wî teqlîd bikira, e, bi cîh anîye,
ew ‘ibadet dirust e. Û di xêncî vî halî da ferz e bi qasa ku yeqîn bi derbazbûna
heye qeza bike. Helbet di sûretê da ku merc’eê teqlîdê niha ê wî qezayê ferz
bizanibe.Û ihtiyata musteheb ew e ku bila bi qasekî qeza bike, da ‘ilma ji stûyê
wî-wê derketîye bi destxistibe.
Mesela 16: ferz e li ser mukellef di meseleya lazimbûna (teqlîd
ji zanatirîn) an (nebûna lazimbûnê) ji muctehidekê zanatirîn teqlîd bike.
Mesela 17: Eger muctehidek di ehkama ‘ibadetê da zanatirîn be û
muctehidekî din jî di ehkama mu’amelatê da, ihtiyat ew e mukellef teqlîdê
par veke yanî: di ‘ibadetê da ji yê ewil û di mu’ameatê da jî ji yê duyem teqlîd
bike.
Mesela 18: Ferz e, mukellef di dema lêkolîna zanatirînê da ye, digel
ihtiyat ‘emel bike.
Mesela: 19: Eger muctehid zanatirîn di meselekî da fitwa bide,
muqellidê wî muctehid nikare di wê meselê da bi fitwaya (muctehidekî) din ‘emel
bike. Lê eger fitwa nede û bije ihtiyata wacib, muqellid dikare an bi vî
ihtiyatê ‘emel bike an jî bi muctehidek ku zanîna wî ji muctehidê ewil,
kêmtir an mîna hev bin, vegere (pê ‘emel ke).
EHKAMA TEHARETÊ
Ava mutleq û mudaf
Mesela 20: Av an mutleq e an jî mudaf: Ava mudaf avek e ewê ji tiştekî
bigirin ,mîna ava zebeş û hurmê an digel tiştek tevlihev keve, mîna ava ka ewqas
bi herî û mîna wê tevlihev keve ku îdî ji wê ra av neyê gotin, û xêncî vana
(rewşa) av mutleq e. Ava mutleq pênc beş e:
1- Ava kur.
2- Ava kêm.
3- Ava herîkî.
4- Ava baran.
5- Ava bîr.
1- Ava kur
Mesela 21: Ava kur: miqtara avek e ku eger di cîhekî da dirêja, beraya
û kûraya her yek ji wa 3.5 buhust e birêjin wî cîhê tijî ke. Û giranîya wê jî ji
128-ê men ê Tebrîzî 20 misqal kêmtir be.
Mesela 22: Eger ‘eyn-ul necis (necisa bi xwe) mîna mîz, xûn, bigihîje
ava kur herweha bi sedema wê bîn an reng an tama avê biguhure, av necis dibe. Lê
eger neguhure necis nabe.
Mesela 23: Eger yekî ji sifetên ava kur bi sedema xêncî necasetê bê
guhurandin, necis nabe.
Mesela 24: Eger necisa bi xwe wek xûnê bigihîje ava ku ji kur zêdetir
e û bêhn an reng an tama bexşekî ji wê biguhurîne, herweha miqtara ku ne hatîye
guhurandin ji kur kêmtir be av teva necis dibe. Û eger qasa kur an jî zêdetir be
tenê miqdara ku bîn an reng an tama wê bê guhurandin, necis e.
Mesela 25: Eger ava avpijên girêdaya ava kur be di rewşa da berya ku
bibe dilop dilop bi ava necis bê girêdan û ji ber ihtiyata wacib digel wê
tevlihev be, wê ewê pak bike. Lê eger piştî dilop dilopbûnê ser ava necis da bê
rijandin, ewê pak nake.
Mesela 26: Eger tişta necis binê kanîya ku girêdaya ava kur e bişo,
ava ku ji wî tiştî dirije eger girêdaya ava kur be û bîn an reng an tama necaset
ne girtibe, pak e.
Mesela 27: Eger miqdarek ji ava kur qeşa (cemed) girtibe û ê mayî ya
wê qasî kur nebe herweha necaset bigihîje wê, necis dibe. Û her qasa ku qeşa
bihele necis dibe.
Mesela 28: Ava ku qasî kur bû, eger mirov şik bike ji kur kêmtir bûye
an ne hukma ava kur pê ra heye; yanî necasetê pak dike û eger necasetek jî
bigihîje wê necis nabe. Û ava ku ji kur kêmtir bû û mirov şik bike ku bi miqdara
kur hatîye an ne, hukma ava kur pê ra tune.
Mesela 29:
Digel du rê kurbûna avê sabit dibe:
a- Mirov bi xwe yeqîn bike an ewle be.
b- Du mêrên ‘adil xeber bidin. Di sabitbûna wê da xebera
kesêkê av di destê wî da ye, asteng têda ye.
2- Ava kêm
Mesela 30:
Ava kêm: avek e ku bila ava baran, ava bîr, ava herikî û ava kur nebe.
Mesela 31: Eger ava kêm ser tişta necis da bê rijandin an tişta necis
bigihîjê, necis dibe. Lê eger ji jor da ser tişta necis da bê rijandin qasa ku
bi wî tişt digihîje necis, û her çi berjortir ji wê be pak dibe. Û eger him mîna
avpijên bi pesteyî ji jêr berjor here di sûretê da, ku necast bigihîje jor , jêr
necis nabe. Lê eger necaset bigihîje jêr, jor necis dibe.
Mesela 32: Ava kêma ku li ser tişta necis bê rijandin û jê cida bibe,
necis e. Herweha ji ber eqwa gerek ji ava gerek ji ava kêm jî, ku piştî paqijîya
'eynê necaset (necaseta bi xwe), bona şûştina tişta necis ser wê da (av)
dirêjînin û jê cida dibe, xwe jê dûr bixin. Lê ava ku bi wê cîhê mexreca mîz û
xaitê (gû) tê şûştin digel şert pênc şert pak dibe:
a- Bîn an reng an tama necasetê ne girtibe.
b- Necasetek ji der ve bi wî ne gihîtîbe.
c- Necasekî din wek xûn, gel mîz an gû
derneketibe.
d- Zereyên gû di nava av da neyê dîtin.
e- Ji miqtara normal zêdetir, necaset dora mexrecê
ne gihîştibe.
3- Ava herikî
Mesela 33:
Ava herikî: Avek e ku xwedîyê serkanî û herikîn e mîna vê ku ji erdê dikele û pê
re herikîn hebe, wek serkanî û co.
Mesela 34:
Ava herikî eger çi kêmtir ji kur be, herweha necaset bigihîje wê heya gava
bîn an reng an jî tama wê bi sedema necaset neyê guhurandin, pak e.
Mesela 35:
Eger necasetekî bikeve nava ava herikî, miqtarek ji wê bîn an reng an jî
tama wê bi sedema necaset guhurîbe necis e, û alîyê ku girêdayê serkanîyê ye
eger çi ji ava kur kêmtir be pak e. Û avên din yên çem, eger qasa kur be an bi
sedema ava ku ne guhurîbe, bi ava alîyê serkanîyê girêdayîbe, pak e, û eger nebe
necis e.
Mesela 36:
Ava serkanîyek ku ne herikî be lêbelê wusa be ku eger ji wê av bikêşin herweha
dikele, eger necaset bigihîjê, heya dema ku bîn an reng an jî tama wê bi sedema
necaset neyê guhurandin, pak e.
Mesela 37:
Ava ku li kêleka çem sekinîbe û girêdayê ava herikî eger necaset bigihîjê
heya dema bîn an reng an jî tama wê bi sedema necaset neyê guhurandin, pak e.
Mesela 38:
Serkanîya ku meselen di zivistanê da dikele û di havînê da nakele tenê dema
bikele jî, eger ji ava kur kêmtir jî be digel gehîştina necasetê, necis nabe da
ku bîn an reng an jî tama wê bi sedema necaset neyê guhurandin.
Mesela 39:
Ava borîyên hemam eger girêdaya ava kur be mîna ava herikî ye û ava borîyên
avahîyan eger girêdaya ava kur be herweha necaset bigihîje wê heya bîn an reng
an jî tama wê bi sedema necasetê neyê guhurandin, pak e.
Mesela 40:
Ava ku li ser erdê diherike lê ji erdê nakele, herweha kêmtir ji ava kur be û
necaset bigihîje wê, necis dibe. Lê eger ji jor da bi jêr ve birije, herweha
necaset bigihîje jêra wê jora wê necis nabe.
4- Ava baran
Mesela 41:
Eger bi tiştekî necis ku 'eynê necaset li ser wî nebe,
carek baran ser da bibare ew cîhê ku baran ser da barîbe, pak dibe. Û ji bo
xalîçe û kincan û wek van lazim nake bê givaştin. Lê barîya du an sê dilop baran
kafî nake. Belkî gerek wusa be ku bila bêjin baran tê.
Mesela 42:
Eger baran li ser ‘eynê necasetê bibare û biherike cîhêkî din, û hereweha ‘eynê
necaset pê ra nebe û bîn an reng an jî tama necasetê ne girtibe xwe, pak e. Îjar
eger li ser xûn baran bibare û biherike, herweha zerekî xûn têda hebe an ku bîn
an reng an jî tama xûnê girtibe xwe, necis e.
Mesela 43:
Eger li ser avahîyê ‘eynê necaset hebe, heya dema ku baran li ser da dibare, ava
ku li tişta necis dikeve û ji ser avahî an jî ji borîya avê dirije, pak e. Û
paşê dema piştî birîna baranê ger diyar be ava ku dirije li tiştekî necis
ketibe, necis e.
Mesela 44:
Erdê necisa ku baran li ser wî da dibare, pak dibe. Û eger baran li ser erdê
biherike û bigihîje cîhekî ku ser girtîbe, wêderê jî pak dike.
Mesela 45:
Xwelîya necisa ku bi sedema baran bibe herî û av ser wê girtibe, pak dibe.
Mesela 46:
Hergav ava baran li cîhekî kom bibe eger çi ji ava kur kêmtir be herweha dema ku
baran tê tiştekî necis têda bişon û av, bîn an reng an jî tama necaset ne
girtibe, ew tişt pak dibe.
Mesela 47:
Eger li ser xalîça (û wek wê) paka ku li ser erdê necis be, baran bibare û li
ser erdê necis biherike, xalîçe (wek wê) necis nabe û erd jî pak dibe.
Mesela 48:
Eger ava baran an avekî din di çalekî da kom bibe û ji ava kur kêmtir be herweha
piştî birîna baranê, necaset lê keve, necis dibe.
5- Ava bîr
Mesela 49:
Ava bîra ku ji erdê dikele, eger çi kêmtir ji ava kur be herweha necaset lê
keve, heya dema ku bîn an reng an jî tama wê bi sedema necaset neyê guhurandin,
pak e. Lêbelê musteheb be piştî lêketina hinek necasetan, qasa ku di kitêbên da
bi dirêjayî hatîye gotin, ji wê ava bîrê were kişandin,
Mesela 50:
Eger necasetekî birêjin hundurê bîrê û bîn an reng an jî tama wê biguhurîne,
dema ew pak dibe ku digel ava ku ji bîrê dikele tevlihev be û bi sedema wê,
guhurîya avê ji navber biçe.
Ehkama ava
Mesela 51:
Ava mudaf, tiştekî necis pak nake, desmêj û xusl jî bi wê betal e.
Mesela 52: Eger zerekî necaset bikeve nav ava mudaf necis dibe. Lêbelê
ava mudaf ji jor de li ser tişta necis bê rêtin, qasa ku li tişta necis ketibe,
necis, û qasa ku ji wê berjortir e, pak e. Meselen ava gulê ji guldangê li ser
destê necis bê rêtin, ewqasa ku li dest ketibe, necis, û ewqasa ku li dest ne
ketibe, pak e. Û eger wek avpijên digel pest ji jêr ve were jor eger necaset
were jor, jê ra wî necis nabe.
Mesela 53: Eger ava mudaf a necis, bi şiklekî wusa tevlihevê ava kur
an ava herikî be, îdî jê ra ava mudaf neyê gotin, pak dibe.
Mesela 54: Ava ku mutleq bû û diyar nîne mudaf bûye an ne, mîna ava
mutleq e. Yanî: tişta necis pak dike û desmêj û xusl jî bi wê dirust e. Ava ku
mudaf bû û diyar nîne mutleq bûye an ne, wek ava mudaf e.Yanî: tişta necis pak
nake û desmêj û xusl jî pê betal e.
Mesela 55: Ava ku diyar nîne mutleq e an mudaf, û diyar jî nebe berê
mutleq bû û mudaf, necasetê pak nake, pê desmêj û xusl jî betal e. Lêbelê eger
qasa ava kur an zêdetir be û necaset li wê keve, hukm bi necisbûna wê nabe.
Mesela 56: Ava ku ‘eynê necaset, mîna xûn û mîz li wê keve û bîn an
reng û an jî tama wê biguhurîne eger çi bi ava kur an ava herikî ve girêdayî be,
necis dibe. Lê eger bîn an reng an jî tama wê bi sedema necaseteka ji derveyê wê
be, bê guhurandin, meselen mirdarek li kêleka avê be û bîna wê biguhurîne, necis
nabe.
Mesela 57: Ava ku ‘eynê necaset mîna xûn an mîz birêjin navê û bîn an
reng an jî tama wê biguhurîne, herweha ku bi ava kur an bi ava herikî bê
girêdan, an baran li ser da bibare, an ba, baranê birêje nav wê, an ava baranê
dema barînê ji borîya ku têda diherike û guhurîna ji navberê here pak dibe.
Lêbelê ji ber ihtiyata wacib gerek ava baran an ava kur an jî ava herikî bi wê
re tevlihev be.
Mesela 58: Eger tişteka necis ku lazim nake bê givaştinê di ava kur an
herikî da bişon, ava ku piştî derxistinê, ji wî dirije pak e. Lê tiştên ku mîna
kinc û xalîçe (wek wê) ji ber ihtiyatê di ava kur an herikî da jî ji bo
derxistina aravê givaştin lazim e, û yê mîna wê ne, ji ber ihtiyat arava wî
necis e.
Mesela 59: Ava ku pak bû û diyar nîne necis bûye an ne, pak e. Û ava
ku necis bû û diyar nîne pak bûye an ne, necis e.
Mesela 60: Bermayîya kuçik, beraz û kafir, necis e û xwarina wê jî
heram e. Û bermayîya heywan yên heram goşt in, pak û xwarina wê jî mekrûh e.
Ehkama texellî (derketina ser desmêja piçûk mezin)
Mesela 61:
Ferz e mirov dema texellî an xêncî wê, cîhên ‘ewret yên xwe ji kesekên mukellef
in, heya kesekên ku mîna xûşk, dê û bira ji bo wî-wê mehrem in, herweha ji dînê
mumeyyiz û ji zarokên ku başî û xirabîyê fam dikin, veşêre (bigire). Lê jin û
mêrên hev lazim nake cîhên ‘ewret yên xwe ji hev veşêrin.
Mesela 62:
Lazim nake mirov gel tiştekî taybet ‘ewreta xwe binixumane, û eger meselen bi
destê xwe jî binixumîne, bes e.
Mesela 63:
Dema texellî gerek alîyê pêşî yê beden, mîna zik û sing an pişta mirov alîyê
qiblê ve neyê.
Mesela 64:
Eger dema texellî alîyê pêşî an pişta mirov alîyê qiblê ve were, lê ‘ewreta xwe
ji alîyê qiblê bizivirîne bes nîne, û eger pêşya beden an pişt alîyê qiblê ve
nebe, ihtiyata wacib ew e ku ‘ewreta xwe pêş an pişt alîyê qiblê ve neke.
Mesela 65:
Di dema paqijî mexreca mîz an xait an jî istibra, pêş an pişt alîyê qiblê ve
bibe asteng jê ar tune. Lêbelê ihtiyata musteheb ew e ku di vî halî da jî, pêşî
an pişt bila alîyê qiblê ve nebe.
Mesela 66:
Eger ji ber ku namehrem ewî nebîne, mecbûr bibe ku bi pêş an pişt alîyê qiblê ve
rûnê, gerek alîyê qiblê ve rûnê. Û eger bi sedemekî din mecbûr be ku bi pêş an
pişt alîyê qiblê ve rûnê, jê ra astengek tune.
Mesela 67:
Ihtiyata wacib ew e ku zaroka dema texellîyê bi pêş an pişt alîyê qiblê ve nede
rûniştin.
Mesela 68:
Li çar cîh texellî heram e:
a- Di kolan û kûçeyên pêşî girtî da. Di halî da ku
xwedîyên wê îznê ne didibin.
b- Di milkê kesekê da ku îzna bona texellî ya wî tune
be.
c- Li cîhên ku ji bo hinekan hatibe weqf kirin.
Mîna hinek ji medresa.
d- Li ser mezelê mirovê mumin. Di halî da jê ra bê
hurmetî be.
Mesela 69: Mexreca mîzê bi xêncî avê paqij nabe. Eger piştî
berterfbûna mîzê carekî bişo bes e. Eger çi ihtiyata musteheb ew e ku du car
were şûştin. Lêbelê kesekên ku mîza wan ji xênjî mexreca mîz a xwezaî tê, gerek
du car bişon. Bi taybet eger hatina mîzê ji xêncî mecraya normal be.
Mesela 70: Eger mexreca xait bi avê were şûştin, gerek ji xaitê tiştek
li wira nemîne. Lê mayîna reng an bîna wê jê re astengekî tune.eger di cara ewil
da wusa bê şûştin ku zerekî ji xaitê li wêderê nemîne, du car şûştin lazim nake.
Mesela 71: Her dem gel kevir an herîya ku hişk bûye û wek van xaitê ji
mexrecê paqij bikin, eger çi cîhê ihtiyatkirin e lêbelê ji bo nimêjkirin
astengek tune.
Mesela 72: Lazim nake gel sê heb kevir an bi sê perçe cîhê mexrecê
paqij bike, belkî bi alîyên kevirekî an perçekî bes e. Lêbelê gerek ji sê car
kêmtir nebe. Lewra eger mexrecê bi hestî û sergîn an jî gel tiştên din ku jê ra
hurmet lazim e, mîna kaxizên ku navê Xudê li ser wî hatîye nivîsandin paqij
bike, nikare nimêj bike.
Mesela 73: Di sê hala da mexrec bi avê tê şûştin:
a- Dema ku digel xaitê necasetekî din wek xûn pê
ra hatibe.
b- Dema necasetekê din ji der ve li mexrecê ketibe.
c- Dema der û dorên mexrecê ji miqtara normal
zêdetir lewitîbe.
Di xêncî van hala da mirov dikare mexrecê bi avê bişo an jî bi destûrên ku
ewê paşê bê gotin bi perçe, kevir û wek van, paqij kir. Eger çi bi avê şûştin
baştir be.
Mesela 74: Eger mirov şik bike ku mexrecê pak kirîye an ne, eger çi
her dem piştî mîzkirinê an xaitê zûka xwe paqij dikir, ihtiyata wacib ew e ku
xwe paqij bike.
Mesela 75: Eger piştî nimêjê şik bike ku berya nimêjê mexrecê pak
kirîye an ne, nimêja kirîye durist e, lêbelê ji bo nimêjên din gerek xwe paqij
ke.
Istibra
Mesela 76: Istibra ‘emelekê sunet e ku mêran piştî mîzkirinê pêk
tînin, û çend beş e. baştirînê wana ev e ku piştî xilasbûna mîzê, eger mexreca
xaitê necis be, ewil wêderê tê paqij kirin, paşê sê car gel tilîya nîvek a destê
çep ji mexreca xaitê heya paşîna aletê tê kişandin û paşê gel tilîya mezin
datîne ser alet û tilîya nîşandekê (şehadetê) digire bin aletê û sê car (ji
paşînê heya) cîhê sunetê tê kişandin û vêca sê car serê alet tê giwaştin.
Mesela 77: Ava ku cara piştî lîstîna (bi xwe ra) ji mirov tê û jê ra
mezî tê gotin, pak e. Û ava ku cara piştî menî (ji mirov) tê û jê ra wezî tê
gotin, pak e. Lê ava ku cara piştî mîzê (ji mirov) tê û jê ra wedî tê gotin, pak
e. Û herweha mirov piştê mîzkirinê istibra bike û paşê jê avek bê û şik bike ku
mîz e an yekî ji wana ye, pak e.
Mesela 78: Eger mirov şik bike ku istibra kirîye an ne, û şiletîyek jê
were ku nizanibe ev pak e an ne, necis e. Û herweha desmêj girtibe, betal dibe.
Lêbelê eger şik bike istibraya ku pêk anîye rast e an ne û jê şiletîyek bê ku
nizanibe ev necis e an ne, pak e. Desmêj jî betal nabe.
Mesela 79: Kesekê ku istibra ne kiribe eger bi sedema wê ku midedek ji
mîzkirina wî borîbe, yeqîn bike di mecraê da mîz ne maye û şiletîyek jê were û
şiletîyek jê were û şik bike ku pak e an ne, ew şilatî pak e û desmêjê jî betal
nake.
Mesela 80: Eger mirov piştî mîzê istibra bike û desmêj bigire, herweha
piştî desmêjê şiletîyek jê were ku bizanibe mîz e an jî menî, jê ra ferz e
ihtiyaten xuslê bigire û desmêjê jî bigire. Lêbelê eger desmêjê ne girtibe, tenê
girtina desmêjê bes e.
Mesela 81: Ji bo jinan istibra mîzê tune û eger şiletîyek jê were û
şik bike ku pak e an ne, pak e. Xusl û desmêja wê jî betal nake.
Sunet û mekrûhên texellî
Mesela 82: Sunet e dema texellîyê da li cîhekî rûnê ku kesekê din ewî
nebîne, û gava çûyîna tuwaletê ewil nigê (pêyê) çep û gava derketin jî ewil pêyê
rast tê avêtin. Û herweha sunet e di halê texellîyê da mirov serê xwe bigire û
giranîya bedenê bide ser pêyê çepê.
Mesela 83: Di edema texellîyê da rûniştin li ber tavê û heyvê mekrûh
e, lê eger cîhê ‘ewreta xwe bi tiştekî binixêfe mekrûh nîne. Û di dema texellîyê
da rûniştina li beranberê ba, di cade û rêya da, di kolana da, li ber derê mala,
di bin dara ku fêkî dide da, xwarina tiştek, sekinîna pir û paqijkirina bi dest
rast mekrûh e û herweha axiftin di halê texellîyê da lê eger mecbûr be an jî
zikrê Xudê bike jê ra astengekî tune.
Mesela 84: Mîzkirina li pîya û mîzkirina li ser erdê hişk û li ser
qulikên kêzikan da û di nav avê da, bi taybet ava ku naharike, mekrûh e.
Mesela 85: Neçûna ser mîz û xaitê mekrûh e û eger zirar bigihîne gerek
biçe.
Mesela 86: Sunet e mirov berya nimêjê, berya raketinê, barya cima’ê û
piştî hatina menîyê mîza xwe ke.
NECASAT
Mesela 87: Necasat yanzdeh tişt in:
1- Mîz.
2- Xait (gû).
3- Menî.
4- Mirdar.
5- Xûn.
6- Kuçik.
7- Beraz.
8- Muşrik.
9- Şerab.
10-Fuqq’a (bîra)
11-Xûdana hêştira ku necasetê dixwe.
1 û 2- Mîz û xait
Mesela 88: Mîz û xaita mirov û heywanên heramgoşt ku pê ra xûna pekîn
hebe yanî: dema reha wê were jêkirin xûn jê dipeke, necis e.
Mesela 89: Zîrça teyrên heramgoşt, pak e.
Mesela 90: Mîz û xaita heywan a necasetxwar, nesic e. Û herweha ye mîz
û xaita heywana ku pê ra wetî kiribe, yanî: nêzîkê wê be. Û herweha mîya ku
goştê wê ji şîrê baraz qelew be.
3- Menî
Mesela 91: Menîya heywana ku pê ra xûna pekîn hebe, necis e.
4- Mirdar
Mesela 92: Mirdar: heywana ku pê ra xûn pekîn heye, necis e. Çi bi xwe
mirar be an jî mîna fermana ku şerî’et diyar kirîye neyê ser jê kirin. Ji ber ku
masî xûna pekîn pê ra tune, eger çi di nav avê da jî bimire, pak e.
Mesela 93: Tiştên ku ji mirdar wek hirî, pirç, tiftik, hestî û diran
têda rih tune ne eger ji xêncî heywanên wek kuçik û beraz bin, pak e.
Mesela 94: Eger ji bedenê mirov an heywana ku xûna pekîn pê ra heye di
halê da ku dijî, goşt an tiştekî din ku têda rih hebe jê cuda bikin, necis e.
Mesela 95: Qaçikên lêva û yên cîhê dinên beden îdî dema ku diweşin,
eger çi bê rakkirin, pak e.
Mesela 96: Hêka ku ji zikê mirîşka mirî da derdikeve, eger çi qaçikê
ser wê sipî nebe jî, pak e.
Mesela 97: Eger berx û kar bimirin, penîrheyva ku di şîrdanga wan da
heye, pak e. Lê gerek zahirê wê bê şûştin.
Mesela 98: Dermanên ran, ‘etr (tiştên bêhndar), rûn, boyaxa sola û
sabûn ku ji welatên ku ne misilmanin tînin, eger mirov bi necaseta wan yeqîn
neke, pak e.
Mesela 99: Goşt û beza ku di destê misilmana da be, pak e. Lê eger
bizanin ku ew misilman ji kafir sitandîye û pirsiyar jî ne kirîye ku ji heywan e
ku gel fermana şerî’etê hatîye ser jêkirin an ne, necis nîne lê xwarina wan
heram e û nimêja bi kincên ku ji çerm û postê wê hatîye çêkirin, bê kirin durist
nîne.
5- Xwîn
Mesela 100: Xwîna mirov û xûna her heywanên ku dipeke, yanî: heywana
ku eger damara wê were birînê xûn jê bipeke, necis e. Vêja xûna heywana ku mîna
masî û mêş xûna pekîn pê ra tune, pak e.
Mesela 101: Eger heywana helalgoştê bi destûra ku di şerî’etê da
hatîye diyar kirin bê ser jêkirin û xûna wê bi qasa normal jê were, xûna ku di
hundurê bedena wê da dimîne, pak e. lêbelê eger bi sedema bîngirtin an bi sedema
ku serê heywan li cîhê bilind bibe û xûn bizivire bedena heywan, ew xûn necis e.
Mesela 102: Xûna ku di hundurê hêkê da ye necis nîne. Lê ihtiyata
musteheb ew e ku xwe ji xwarina wê biparêzin.
Mesela 103: Avzera ku di halê saxbûnê da li dora birînê tê dîtin
eger diyar nebe ku gel xûnê tevlihev e, pak e.
Mesela 104: Xûna ku cara dema dotina şîrê da tê dîtin, necis e û şîrê
necis dike.
Mesela 105: Xûna ku ji navbera diranan tê, eger bi sedema tevlihevbûna
bi tukê ra ji navber here, pak e û di vê rewşê da ji daqulandina wê ra astengek
tune.
Mesela 106: Xûna ku bi sedema hincirandin di binê neynukê da an jî di
binê çermê da hişk dibe, eger wusa be îdî jê ra xûn neyê gotin, pak e lê eger jê
ra xûn bê gotin di halekî da necis dibe ku neynuk an jî çerm bê qulkirin. Di vî
halî da eger jê ra dijwarî tune be gerek ji bona desmêj û xuslê, xûnê jê derêxe
û eger jê ra dijwar be gerek dora wê wusa ku necis pir nebe, bê şûştin û pîne an
tiştekî mîna pîne daynin ser û bila bi destê şil ser pîne ra bê kişandin.
Mesela 107: Eger mirov nizanibe ku xûn di binê çerm da hişk bûye an
goşt bi sedema hincirandinê ketîye wî halî, pak e.
Mesela 108: Eger dema ku xwarin dikele û zerekî xûn bikeve navê, hemû
xwarin û firaqa ku têda ye dibe necis. Û kelandin, tîn û agir tişta pak nake.
6 û 7- Kûçik û beraz
Mesela 109: Se û barazên ku li erdê ziwa dijîn heta pûrt – pirç,
hestî, pencik, neynuk û kamên wan jî necis in. Lêbelê se û berazên avê, pak in.
8- Muşrik
Mesela 110: Muşrik yanî: kesên ku ilahekî xêncî Xwedayê yekta
bihebînin (pût perest) an ji bona Xweda şirîga bigirin û bi du heb an jî bi çend
heb ilaha biperestin, necis in. lêbelê kesên ku yekatîya Xuda yê subhan qebûl
bike û yekî ji pêxemberên Xweda qebûl kiribin (Cihû, Xiristîyan, Zerduştî û
Saibîyan), pak in. Ehlê Kitêb eger bi sedema tehrîf di olê xwe da bibin muşrik,
hukma muşrik yên din bi wan ra heye û necis in. Û herweha kesên ku bê ol in û tu
ilahekî qebûl nakin jî necis in. Nasibîyan ku dijminê Ehlê Beytê ne, necis in.
Xaricîyan û Misilmanên ku bûne muşrik û Hz. 'Elî ('e.s.) ilah bizanibin an jî
yekî ji pewistîyên olê inkar bikin ku bizivire ser inkarkirina Xudê û Resûlê
Xudê, necis in.
Mesela 111: Bedenê muşrik teva, heta por, neynuk û kam (şilatî û
xûdana) wê-wî jî necis e.
Mesela 112: Eger dê, bav, bapîr û bapîrê zarên nabalix muşrik bin, ew
zar jî necis e. Eger yekî ji wan Misilman be zarok pak e.
Mesela 113: Kesekê ku diyar nîne Misilman e an ne, eger hereweha
Misilman an kafirbûna wî di berê da jî diyar nebû, pak e. Lêbelê hukmên din yên
Misilmana pê ra tune. Meselen nikare gel jina Misilman bizewice an di goristana
Misilman da bê defin kirin.
Mesela 114: Eger Misilanekî çêrê ji yekî 12 Imama ra bike an jî bi wan
ra dijminatî bike, necis e.
Mesela 115: Ehlê Kitêb (Cihû, Xiristîyan û Mecûs) pak in.
Mesela 116: Murted ji alîyê necis û pakîyê ve hukma kesan bi wan ra
heye ku hatibee se kîjan olê. Ji ber ku eger muşrik be, necis e û eger hatibe
ser ola Cihû an Xiristîyan, hukm dibe bi pakîya wê-wî.