Home Page
  Jîyanname
  BawerÎ
  Berhem
  Mesaj
  Ehkam û Fetwa
  Wêne

   E-Mail Listing:


 

Jîyannameya Hz. Ayetullah ’Uzma Muhemmed Fazil Lenkeranî

Jidayîkbûn

Hz.Ayetullah Fazil Lenkeranî di sala 1310-ê (1936 Z.) K.Tavî da li bajarê Qum> hate dinyayê. Bavê giranqedr yê wî rihmetî Ayetullah Fazil Lenkeranî  ji seyda û zanayên mezin yê Hewzeya ‘Ilmî ya Qum> dihatin jimartin û dîya wî jî, ji keçên seyyid yên navdar bû.

Perwerde

Piştî qedandina ders yên dibistan, digel viyanek gelek pir dersên Islamî yên Hewzeya ‘Ilmî ya Qumê, dest pê kir. Bi jîratîya gelek zêde û xweş dersên muqeddemat û sethê di nav 6 salan da qedand û di 19 salî da jî, beşdarê dersên xaric yên fiqh û usûla istidlalî  yên Hz. Ayetullah ‘Uzma Burûcerdî, bû. Bi sedema piçûk sal û jîratîya zêde pê ra bû, bala feqî û seydayan dikişand. Heval û hevbehsê semîmî yê wî di dema fêrbûnê da, kurê rêberê mezin yê komara islamî, Ayetullah Şehîd Mustefa Xumeynî, bû.

Seydayên wî

 Hz. Ayetullah Fazil Lenkeranî, mudetê 11 sal di dersên fiqh û usûl yên Ayetullah ‘Uzma Burêcerdî û 9 sal jî di dersên Hz. Ayetullah ‘Uzma Imam Xumeynî da hazir bû û ji van her du serkanîyên zanîn yên islamî gelek behre girt.

Bi salan jî di dersê felsefe û tefsîr yê Hz. Ayetullah ‘Ellame Tebatebaî da amade bû û ji dersên wî jî gelek pir behre girt.

Jîratîya zêde û koşîna pir ê wî di dersa da bû sedem ku di 25 salî da bigihîje meqama ictîhadê û ev tişt ji alîyê seydayê giranbiha yê wî, Hz. Ayetullah ‘Uzma Burûcerdî jî hate tesdi9q kirin.

Dersdan

Bi salan di Hewzeya ‘Ilmî ya Qumê da dersên sethê bona feqîyên gelek zêde, da û ji 35 salan zêdetir e ku mijûlê dersên xaric yên fiqh û usûlê ne. di dersên wî da ji 700 kes zêdetir ji feqîyên Hewze ya ‘Ilmîya Qum, hazir dibin û ev çend sal e ku dersên xaric yên wî di radyoya dengê komar a islamî da tê weşandin û gelek kesan li seranserê welat û li derveyê welat ji dersên wî behredar dibin.

Tekoşîna sîyasî li beranberê rejîm ya taxût

Ji dema ku Hz. Imam Xumeynî tekoşîna sîyasî ya xwe li dijî zilm, fesad û hikûmeta taxûtî ya Pehlewî dest pê kirin, ew jî bi caran ji alîyê memûrên hikûmet a Pehlewî hate girtin û di encamê da bi Bendera Lengê hate sirgûnkirin û dumayîka çar meh li wêderê, şandin bajarê Şîrazê ku du sal û nîv li wêderê bi sirgûnî ma .

Meqama merce’îyet

Piştî wefata Imam Xumeynî, gelek zêde ji mumînan di mesela teqlîdê da, miraci’atê wî kirin û piştî wefata Hz. Ayetullah ‘Uzma Erakî, bi resmî ji alîyê Civata Muderrisîn yê Hewzeya ‘Ilmî ya Qumê digel piranîya rayan bi ‘unwana ewilîn merc’e ji merc’eên mezin yê teqlîd ji ummeta misilmanan ra hate danezanê.