Home Page
  Jîyanname
  BawerÎ
  Berhem
  Mesaj
  Ehkam û Fetwa
  Wêne

   E-Mail Listing:


 

Bismihî Te’ala

Ji hizûra mibarek a Hz. Ayetullah ‘Uzma Şêx Fazil Lenkeranî ra

Selamun ‘eleykum

Gel palkêş ji behsên ku di mijara dîtina hilala (heyv) meh yên remezan û şewwalê da heye, tê ricakirin ku li gora istiftayên jerîn fitwaya xwe kerem bikin.

1-Sînorên coxrafayaî  ku di dîtina hilal a heyvê da gelo ji bo her bajar itibara wê heye, heddê wê çiqas e?

2-Gelo ditîna hilalê gel arîkarîya ji aletên nucûmî (dûrbîn, teleskop û …) itibara şer’î pê re heye?

3-Gelo encama ‘ilmî û nucûmî ji bo dîtina hilalê dikare bibe delîla şer’î? Eger ev encam ji bo kesek yeqîn bîne, gelo dikare bi yeqîna xwe ‘emel bike?

Bismihî Te’ala û lehu-l hemd

Bersiv

1-Gerçê min bi xwe berê bawer dikir li du cîhê ku dîtina hilalê li cîhekê ji wan pêk hatibe, tenê ev dîtin ji bo cîhê din ku bi cîhê ditîn asoya wan yek be an nêzîkê cîhê dîtinê be, itibara wê heye. Lêbelê piştî lîkolîna dubare ji bo vê mesêlê û diqeta nezer di bu’ûtên wê da min bi vî bawer kir ku dîtina hilalê li her cîhekî pêk hatibe ji bo cîhên din jî itibara wê heye di sûrete da ku ew cîh bi cîhên din re gerçê ji şevê qasekî jî bi hev ra bin.

2- Di dîtina hilalê da ferqeqî di navbera çavê bê muselleh (rût) an bi çavê muselleh (bi dûrbîn, teleskop û yên din) da tune.  Ji vî alî ve dîtin bi telskop jî bes e herweha bi berçavkê ve jî. Dûrbîna nêçîrvanî û yên mîna wî jî bes e.

3-Encamên ‘ilmî û nucûmî bes nîne meger bona kesekê ku ji vê rê ve bi ewletîya tam yeqîn bike.

24-ê meha mibareka remezan a 1425
Muhemmed Fazil