Home Page
  Jîyanname
  BawerÎ
  Berhem
  Mesaj
  Ehkam û Fetwa
  Wêne

   E-Mail Listing:


 

EHKAM JI BO CIWANAN

Ictihad û teqlîd

Mirov dikare ji ber ictihad an teqlîd bi hukmên olê ‘emel bike.

Ictihad: Karîna istinbat û derxistina hukmên olê ji serkanîyan. Bi taybet ji Qur’an û hadîsên Ehlê Beytê ku piştî fêrbûna zanînên Îslamî û hewildan û koşîna pir û gel arîkarîya îlahî, pêk tê re ictihad tê gotin. Û kesekê ku xwedîyê weha karîna ‘ilmî jî be jê ra muctehid tê gotin.

Teqlîd: Bi wateya peyrewî û li peyçûn e. Lê li vêderê bi m’enaya peyrewî û ‘emelkirina fitwaya muctehi e; yanî meriv karên xwe li gora fitwaya muctehid bi cîh tîne.

Mesela 1: Ji muctehidê ku kesên din ji wî teqlîd bikin ra merceê teqlîd û ji kesekê muctehid teqlîd bike ra jî muqellidtê gotin.

Mesela 2: Kesekê ku muctehid nîne, nikare ehkam û emrên îlahî ji serkanîyên wê derêxe. Gerek ji muctehid teqlîd bike; yanî karên xwe mîna fitwaya wî bi cîh bîne.

Mesela 3: Wezîfa pir ê xelkê di hukmên olê da, teqlîdî ye; ji ber ku kesên kêm hene bikaribin di ehkamê da, ictihad an jî ihtiyad bikin.

Mesela 4: Muctehidê ku mirov ji wî teqlîd dike gerek xwedîyê şêrtên jêrê be:

*’Adil be,

* Li jînê be,

* Mêr be,

* Balix be,

* Bi aqil be,

* Helal zade be,

* Şi’îyê danzdeh imamî be,

* Ji muctehidên din zanatirîn be.

Mesela 5: Meriv nikare ji serî de ji muctehidê mirî teqlîd bike. Lêbelê eger meriv ji muctehidekî teqlîd bike û paşê ew muctehid bimire (muqellid) dikare mîna mesela ku bê, teqlîd bike.

Mesela 6: Eger muctehidê ku mirov jê teqlîd dikir wefat bike û ew ji muctehidê li jînê ye zanatirîn be, gerek li ser teqlîda wî bê sekinandin. Herweha muctehidê li jînê ye ji wî zanatirîn be, gerek ji muctehidê li jînê ye bê vegerandin. Eger wekhev bin an jî zanatirînbûna wan diyar nebe, mirov dikare li ser teqlîda yê mirî bisekine an vegere ser muctehidê li jînê ye.

Mesela 7: Mirov dikare Muctehid û zanatirînê gel sê rê nas bike:

* Mirov bi xwe yeqîn bike an jê ra ewletî pêk bê; mîna ew kesekê ku ji ehlê ‘ilm û pisporê be û bikaribe muctehid û zanatirînê nas bike.

* Şahidatîya du kesên ‘alim û ‘adil in ku dikarin muctehid û zanatirînê nas bikin bi şertê ku du kesên ‘alim û ‘adilên din bi gotina wan mixalifet nekin.

* Zanatirînbûna wî wusa bi nav be ku ji bo mirov ewletî bila pêk bê.

Mesela 8: Rêyên bi destêxistina fitwa ya muctehid mîna rêz a şêr e:

* Bîhistin ji muctehid bi xwe.

* Bîhistin ji du kesên ‘adil in.

* Bîhistin ji kesekê ‘adil, wusa ku ji gotina wî bila ewletî pêk bê.

Mesela 9:Eger fitwaya muctehid di meselekî da bê guhurandin, muqellid gerek li gora fitwaya nû ‘emel bike. ‘Emelkirina bi fitwaya berê caîz nîne meger ew fitwaya ewil mîna ihtiyatê be.

Mesela 10: Ferz e, meselên ku pir caran mirov hewceyê wan e, hîn bibe.

Ferqa di nava ihtiyata musteheb û ihtiyata wacib

Mesela 11: “Ihtiyata musteheb” her dem bi fitwayê ra ye; yanî di wê meselê da, muctehid bi diyarkirina nêrîna xwe rêya ihtiyatê ra jî nîşan kirîye û muqellid dikare di wê meselê da, gel fitwa an gel ihtiyatê ‘emel bike. Lê nikara bi mucehidekî din muraci’et bike. Mîna vê meselê:

“Firaqa necisê ku carek di ava kur da bê şûştin pak dibe, lê ihtiyat ew e ku sê car bê şûştin.”

“Ihtiyata wacib” bi fitwayê ra nîne û muqellid dikare bi wê ihtiyatê ‘emel bike an jî muraci’etê muctehidekî din bike. Mîna vê meselê: “Ihtiyat ew e ku li ser pelê (dara) tirîyê, eger ter be bila secde neyê kirin.”

Nîşana bulûx û sala mukellefbûnê

Bulûx ji bo kur li gora tiştên jêr tê zanîn:

1- Derketina pûrta (pirça) sitûr di bin navêkê da (jora alet).

2- Hatina menî (ava mêranî) di xwe da an dî hişyarîyê da.

3- Kamilbûna 15 salîya koçî (hicrî) ku 153 roj û 6 saet û ji 15 salîya zayînî kêmtir e.

Bulûx ji bo keçan li gora tiştên jêr tê zanîn:

1- Derketina pûrta (pirça) sitûr di bin navêkê da (jora ewretê).

2- Hatina menî di xwe da an dî hişyarîyê da.

3- Kamilbûna 9 salîya koçî ku 97 roj û 22 saet û 48 deqîqe ji 9 salîya zayînî kêmtir e.

TEHARET

Hukmên necasata

Teharet û paqijîya beden û herima jîyanê, di Îslamê da gelek pir girîng e. Mirov gerek ji xwarin û vexwarina tiştên necis xwe biparêze û kincên xwe ji bo nimêjê ku baştirîn rêbaza ‘ibdeta Rebb ê ‘alema ye, paqij ke û bêtir e paqijtirîn kincên xwe li xwe ke. Loma naskirina tiştên necis û hînbûna rîbaz a paqijkirina wan jî lazim e.

Mesela 12: Xêncî yanzdeh tişt an tiştên ku bi sedema wan necis dibin, hemû tişt pak in.

Mesela 13: Tiştên ku necis in pêk tên ji:

1- Mîz.

2- Gû (xait).

3- Menî.

4- Mirdar.

5- Xûn.

6- Se (kuçik).

7- Beraz.

8- Şerab.

9- Bîra.

10- Kafir; ku bedenê wî-wê teva necis e. Lê ehlê kitêb (Cihû, Xiristîyan û Mecûs) pak in.

11- Xûdana hêştir a necasetxwar.

Mesela 14: Mîz û xaita mirov û heywanên heram goşt ku xûna pêkîn bi wan ra heye, necis e.

Mesela 15: Heywan du bir in, hinekê wan bi xûna pekîn in; yanî eger rehê wan bê birîn, xûn bi pestî jê derdikeve û hinekê din ên wan jî xûna pekîn pê ra tunun; yanî eger rehê wan bê birîn, xûn bi pestî dernakeve.

Mesela 16: Mîz û medfûa (rêx, zîrç hwd…) heywanên helalgoşt; mîna ga û çilek, mî û heywanên ku xûna pekîn pê ra tune; mîna mar û masî, pak e.

Mesela 17: Mîz û medfûa heywanên ku goştê wan mektûh e, pak e. Wek hesp û ker.

Mesela 18: Zîrça teyrên heramgoşt in; mîna qijik, pak e.

Hukmên mirdara

Mesela 19: Ji heywana ku li dijî desûra Îslamê bê ser jêkirin an mirar be “mirdar” tê gotin.

Mesela 20: Mirdara heywan a ku xûna pekîn pê ra tune; mîna masî, pak e.

Mesela 21: Mirdara heywan a ku xûna pekîn pê ra heye, andamên bê rihê wê-wî mîna pûrt, (pirç, hirî) û qoç, pak, lê endamên rihdarê wê-wî; mîna goşt û çerm jî, necis e.

Mesela 22: Eedamên se û beraz teva ku li ser erdê dijîn, çi mirarîyê wan û çi jî jîndarê wan, necs in.

Mesela 23: Mirovê mirî her çend teze miribe û bedenê wî-wê sar ne bibe jî (xêncî endamên bê rihê wî-wê; wek neynik, por û diran) hemû bedenê wî-wê, necis e.

Mesela 24: Her dem sê heb xuslên mirî qedîya, bedevê wî-wê jî pak dibe.

Mesela 25: Her kesekê di rêya Xwedê da ji bo parastina Îslamê şer dike, eger li qada cengê bê kuştin û hema li wêderê bimire, bedenê wî-wê pak e û hewc bi xusl û kefenê jî tune.

Hukmên xûnê

Mesela 26: Xûna mirov û her heywanê ku xûna pekîn pê ra heye mîna mirîşk û mî, necis e.

Mesela 27: Heywanê ku xûna pekîn pê ra tune mîna masî û mêş, pak e.

Mesela 28: Xûna ku di hundurê hêkê da ye necis nîne, lê ihtiyata musteheb ew e ku mirov xwe (ji xwarina wî) biparêze.

Mesela 29: Xûna ku ji dirana (pidîya) tê eger bi tûkê tevlihev be û îdî xûya nebe, pak e. Di vî halê da, ji daqulandina tûkê ra jî astengek tune.

Necisbûna tiştên pak

Mesela 30: Eger tiştekî pak li tiştekî necis bikeve û yekî ji wan her du wusa ku şil be şilatîya wê li ya din bikeve, tişta pak necis dibe.

Mesela 31: Her gava ku mirov nizanibe tişta pak necis bûya an ne, pak e.

Mesela 32: Xwarin û vexwarina tiştên necis heram e.

Mutehhirat (yên pak dikin)

Mesela 33: Muhehhirat, yanî tiştên ku tiştên necis pak dikin. Yên pak dikin pêk tên ji:

1- Av.

2- Erd.

3- Tav.

4- Îslam.

5- Berterefbûna necasetê.

Hukmên ava

Ji bo avê bexşên têvel hene ku naskirina wan ji bo me, bona bêtir fêrbûna meselên di barê wê da ne, arîkarî dike.

Mesela 34: Av, an mudaf e an jî mutleq:

Ava mudaf: Ava ku ji tiştekî bê girtin; mîna ava sêv û zebeşê. An jî bi tiştekî ewqas tevlihev be ku jê ra av neyê gotin, mîna şerbetê.

Ava mutleq: Ava ku mudaf nebe.

Mesela 35: Hukmên ava mudaf:

* Mimlun e ku ava mudaf tiştekî pîs paqij bike, lêbelê tu car tişta necis pak nake.(Yanî ji mutehhirat nîne.)

* Eger necis lê keve, necis dibe. Her çend necaset kêm be, bîn an reng an tama avê neguhure.

* Desmêj û xusl bi wê, betal e.

Bexşên ava mutleq

Mesela 36: Av, an ji erdê dikele an ji ezman dibare an ne dikele û ne jî dibare. Ava ku ji ezman bibare, baran e. ava ku ji erdê dikela, eger biherike; mîna ava kanî û co “ava herikî” ye. Û eger neherike, “ava bîr e.Û ava ku ji erdê nakele û ji ezman nabare, eger qasa ku di mesela din ewê bê, be “kur” û eger ji vê miqtarî kêmtir be “hindik, kêm” e.

Mesela 37: Miqdara ava ku cîhekî bi dirêjaya, bareya û kûraya wî kêmtir 3.5 buhust e tijî ke an giranîya wê 377/419 kg. be, kur e.

Ava kêm

Mesela 38: Ava kêm çawa li necasetê bikeve, necis dibe. Meger gel pestê li tişta necis bikeve ku di vî halî da tenê cîhê ku li necasetê ketîye ji wî şûnde necis dibe; mîna tiştaku av têda ye li ser tişta necis da bê rijandin, tenê ava ku li tişta necis ketîye necis dibe. Lê ava ku li jor û di hundurê kasikê da maye, pak e.

Mesela 39: Eger ava kêm a necis bi ava kur an bi ya herikî ve bê girêdan (bikeva navê), pak dibe. Lê ihtiyata wacib ew e ku ava kur ana ya herîkî bi wê ra tevlihev bin, meselen: eger kasika (misîn an tiştekî din) ava kêm a ku necis bûye bi serkanîya ava kur bê girêdan û avê li ser da vekin, pak dibe. Lêbelê eger bîn an reng an tama necasetê girtibe, gerek qasa ku bi wê ra tevlihev bibe ku bîn an renga an tama necasetê îdî nemîne.

Avên kur, herikî û bîrê

Mesela 40: Hemû qismên ava mutleq, xêncî ava qelîl ku heya bîn an reng an tama necasetê ne girtibe, pak e; lê her cara ku ji ber lêketina bi ncasetê ve, bîn an reng an tama necasetê xwe va girtibe necis dibe (ji ber vê yekê, ava herikî, kur û heya baran jî di vî hukmê da mîna hev in).

Mesela 41: Ava borîyên avahîya ku giradayê serkanîya kur e, di hukmê ava kur da ye.

Mesela 42: Hinek ji taybetîyên ava baran weha ye:

* Eger baran li ser tiştekî necis ku nacisa bi xwe li ser nebe, carek bibare (ew tişt) pak dibe.

* Eger (baran) li ser xalîçe (û tiştên tê raxistin) û kincên necis bibare, pak dibe û lazim nake bê givaştin.

* Eger (baran) li ser erdê necis bibare, (erd) pak dibe.

* Her dem ava baran di cîhekî da kom be, gerçî ji kur kêmtir be, herweha tişta necis di halê da baran dibare, di nav wê da bişon, heya dema ku bîn an reng an tama necasetê ne girtibe xwe, pak e.

Em çawa tiştên necis bişon?

Mesela 43: Bona pak-kirina tiştên necis, gerek serî da necasetê jê paqij kir, paşê çawa bê şûştin, ewê di meselên (din) de were.

Mesela 44: Firaqa necis, piştî paqijkirina necasetê, eger carekî bê şûştin bes e. Lê bi kêm gerek sê car bê şûştin.

Mesela 45: Mirov dikare weha firaqa necisê bişo:

Bi ava kur: Ewî carekî bixe nav avê û derêxe.

Bi ava kêm: Ewî sêr car tijî kir û bê rêtin. An sê car hinek av birêjin hundur û her sê car bila wusa bê têwerdan ku av bigihe cîhên necis û bê rêtin.

Mesela 46: Xalîçe, kinc û wek wan ku avê dikişînin hundurê xwe û bikaribin bên givaştin herweha bi ava kêm pak dikin, gerek piştî her car şûştinê ewê bigivêşin da ku ava ku di nava wan da ye bila bê derketin û an bila bi şiklekî din avê jê derêxin, helbet di ava kur û herikî da jî, ji ber ihtiyata wacib givaştin lazim e.

Erd

Mesela 47: Eger binê nig (pê) an binê sol gava rêçûnê necis bibe, bi rêveçûn an bi erd kişandina nig, pak dibe. Bi şerta ku necisa bi xwe paqij bibe û erd gerek:

1- Pak be.

2- Ziwa be

3- Ax, xîz (qûm), kevir û wek wana be.

Mesela 48: Eger ji ber rêveçûn an bi erdê ve kişandin, necaseta binê sol an nig paqij be, pak dibe. Lê baştir ew e ku kêmtir panzdeh gav bimeşe.

Tav

Mesela 49: Tav (gel şertên ku ewê bên) van tişta ra pak dike:

* Erd.

* Avahîyan û tiştên ku di wê da hatîye karandin, mîna der û pencere.

* Dar û gîya

Mesela 50: tav bi van şerta, pak dike:

1- Tişta necis şil be. Bi qasa ku eger tiştek lê ket bila şil bibe.

2- Gel lê xistian tavê, bila tişta şil ziwa bibe. Lê eger şil bimîne, pak nabe.

3- Tiştek, mîna ewr an perde bila nebe astengê lêxistina tavê. Meger ewqas tenik be û bila ji pêşya lêxistanê tavê negire.

4- Bila tav tenê bi xwe, ewî-ewê ziwa bike. Meselen bila bi arîkarîya baê ziwa neke.

5- Gava lêxisti tavê, necaset bila li ser wî-wê tiştî nebe. Vêca eger necaset hebe, berya lêxistina tavê bila bê paqij kirin.

6- Alîyên derva û hundurên dîwar an erdê bila carekî da ziwa bike. Vêca eger rûyê wî îro ziwa bibe û hundurê wî sibê, tenê rûyê wî pak dibe.

Mesela 51: Eger erd û mîna wî necis bibe, lê şilatî pê ra tune be, mirov dikare miqtarekî av an tiştekî din ji bo şilbûna bibe sedem, li ser wî bê rêtin û pişt ra bila tav lê xe û ewî pak bike.

Îslam

Mesela 52: Kafir ku necis e, eger her du şehadeta bibêje, dibe Misilman. Yanî bila bêje:

اشهد ان لااله الّاالله و اشهد انّ محمّدا رسول الله

“Eşhedu en la îlahe illallah we eşhedu enne Muhemmeden Resûlullah”

Û bi Îslamê ra, bedenê wî-wê teva pak dibe.

Berterefbûna necaset a bi xweê

Mesela 53: Di du cîh da bi berterefbûna necaset, tişta necis pak dibe û hewcetîya ji bo şûştinê tune.

a: Bedenê heywan, mîna nukulê mirîşka ku xwarina necis xwarîye, gava ku necaset ji nukulê wê here, pak e.

b: Hundurê beden, mîna hundurê dev, poz û goh. Meselen eger gava firçekirina dirana ji pidîya xûn were û di nav tûkê da xûya nebe, hundurê dev pak e lazim nake tevê xwe tê werde. Lêbelê firçe eger li xûnê bikeve bi ihtiyata wacib, necis dibe, her çend hundurê dev be.

Desmêj

Kesekê nimêj dike gerek berya nimêjkirinê, desmêj kirtibe û xwe ji bo bi cîhanîna vê ‘ibadeta mezin hazir bike.

Di hinek cîha da xêncî desmêjê gerek xuslê jî bi cîh bîne; yanî bedenê teva bişo û her cara ku nikaribe desmêj an xuslê bigire, gerek dêl wan ‘emelekî din bi navê “teyemmumê”bi cîh bîneku di vê beşa hanê da emê hukmên wana hîn bibin.

Emê çawa desmêjê bigirin?

Mesela 54: Ji bo bi cîhanîna desmêjê, mirov gerek serî da rûyê xwe paşê destê rast û paş wî ra destê çepê bişo. Pişt re şilatîya ku ji ava desmêjê di dest da maye, bila serê mesh bike. Yanî destê xwe li serê xwe bikişîne û paşê nigê rast û di dawîyê da jî bila nigê çep mesh bike.

Beyana kiryarên desmêjê

Şûştin

Mesela 55: Di desmêjê da mirov gerek di serî da rûyê xwe ji cîhê ku porê ser derdikeve heya dawîya çengê, ji jor bi jêr ve tê şûştin ji bo ku yeqîn bike bila miqdara ferz bişo, gerek hinek ji dora sûretê xwe jî bila bişo.

Mesela 56: Piştî şûştina rû, gerek destê rast û paş wî destê çepê ji inîşkê heya serê tilîyan bê şûştin.

Mesela 57: Ji bo ku yeqîn bike bila inîşkê teva bişo, gerek miqdarekî ji inîşkê jortir jî bila bişo.

Mesela 58: Kesekê ku berya şûştina rû, destê xwe heya bazindê şûştîye, dema girtina desmêjê gerek heya serê tilîyan bişo. Û eger tenê heya bazindê bio, desmêja wî-wê betal e.

Mesh (dest kişandin)

Mesela 59: Beşek ji çar beşên ser ku jora enî ye (pêşya) ser cîhê meshê ye.

Mesela 60: mesha ser, gerek bi qasek be ku eger kesekî dît, bibêje mesh kir.

Mesela 61: Ihtiyata musteheb ew e ku ser bi beraya sê tilî yên girtî û dirêjîya tilîyek mesh bê kirin.

Mesela 62: Lazim nake mesha ser li ser çermê ser be, belkî li ser porê pêşya ser jî rast e. Lêbelê kesekê ku porê pêşya serê wî dirêj e ku meselen eger şe bike were ser beşekî enîya wî-wê an here cîhê din yê ser , gerek binê mûyên porê mesh bike an nîveka serê xwe vebike û bila çermê ser mesh bike. Eger porên ku li ser çavê da xwe dirêje an bi alîyên din ên ser da dibe li pêşya ser kom bike û ser mesh bike an porê alîyên din ên ser hatibe pêşya ser û mesh bike, betal e.

Mesela 63: Piştî meshkirina ser, gerek bi şilatîya ku ji desmêjê di dest da maye, ser niga ji serê yekî pêçîyan heya bilindîya ser nigê bila mesh bike, lê ihtiyata wacib ew e ku heya kawika (nig-pê) jî bila mesh bike.

Mesela 64: Di meshê da gerek destê li ser ser an li ser niga bê kişandin, lê eger li dêl dest ser an nigê xwe li dest bikişîne desmêj betal e. Lêbelê eger gava ku dest dikişîne ser an pê hinek bileqe jê ra astengek tune.

Mesela 65: Eger ji bo meshê kamî di dest da nemîne, nikare bi ava derve (li ber kanî an bi avekî din) destê xwe şil ke. Gerek ji cîhên desmêjê yên din; mîna rû, bila kamîyê jê bigire û bi wê mesh bike.

Mesela 66: Kamîya dest gerek ew qas be ku li serê ser an pê bila şûnwar ke.

Mesela 67: Cîyê meshê (ser û rûyê nigan-pêyan) gerek ziwa be. Ji ber vê yekê eger cîhê mesh şil be, gerek ziwa ke. Lê eger kamîya wî ew qas kêm be ku nebe asteng ji bo şûnwara kamî ya dest li ser wan, jê ra astengek tune.

Mesela 68: Di navbera dest û ser an pêyan da gerek tiştek mîna laçik, kum, gore an sol tune be; çi qas jî tenik bin û kam bigihîje çermê (xêncî di halê neçarîyê da).

Mesela 69: Eger di navbera karên desmêjê da qasekî navber bikeve ku dema bixwaze cîhekî din bişo an mesh bike, kamîya cîhên ku berya wî şûştîye an mesh kirîye, ziwa be, desmêj betal e. Lê eger tenê kamîya cîhê ku pêşya cîhê dixwaze bişo an mesh bike, ziwa bûye; meselen gava ku dixwaze destê çep bişo, kamîya destê rast ziwa bûye û serçav jî şil be, baştir ew e ku dîsa desmêjê ji serî da bigire.

Şertên desmêjê

Mesela 70: Gel hebûna şertên jêr, desmêj durist lê bi tunebûn heya şertek jî, ji wan, desmêj beta l:

1- Ava desmêjê bila pak be (necis nebe).

2- Ava desmêjê bila mubah be (xesbî nebe).

3- Ava desmêjê bila mutleq be (mudaf nebe).

4- Firaqa av a desmêjê bila mubah be (ewê bê beyan kirin).

5- Firaqa av a desmêjê bila zêr û zîv nebe (ewê bê beyan kirin).

6- Endamên desmêjê bila pak be.

7- Astengek ji bo gehîştina avê ji endamên desmêjê ra bila tune be.

8- Bila bi qesd nêzîkbûn û bê rîya desmêjê bigire.

9- Bila rêzê riayet bike (bi wî şikla ku di ‘emelên desmêjê da derbas bû).

10- Bila muwalatê (li pey hev) riayet bike. (Bila navbera nekeve nav ‘emelên desmêjê).

11- Bila ji bo karên desmêjê ji kesekê din arîkarî negire.

12- Ji bo karandina avê bila jê ra astengekî tune be.

13- Ji bo girtina desmêjê bila wext hebe.

Diyara şertên desmêjê

Mesela 71: (Girtina) desmêjê bi ava necis û mudafê betal e; an bizanibe ew av necis an mudaf e an nizanibe an jî ji bîr kiribe.

Mesela 72: Ava desmêjê gerek mubah be. Ji ber vê yekê di cîhên şêr da desmêj betal e:

* Girtina desmêjê bi ava ku xwedîyê wê razî nebe.

* Ava ku diyar nebe xwdîyê wê razî ye an ne.

* Ava ku wexfê hinek yên taybet hatibe kirin, xêncî ji bo wan kesan; mîna (ava) hewzê di hinek medresan da ku wexfê feqîyên wê medresê ne û cîhê desmêja hinek mizgeftan ku wexfê wan kesan e ku di wêderê da nimêj dikin.

Mesela 73: Girtina desmêjê ji çemên mezin, eger çi mirov nizanibe xwedîyê wan razîne an ne, jê ra astengek tune. Lê eger xwedîyên wan nehilin kesek jê desmêj bigire, ihtiyata wacib ew e ku bi ava wan desmêj neyê girtin.

Mesela 74: Eger av di firaqa çopî (xesbî) da be û avekî din jî tune be, gerek teyemmum bê girtin, û eger kesek bi wê avê desmêj girtibe, desmêja wê-wî betal e.

Mesela 75: Endamên (cîhên) desmêjê; yanî rû, des û mil, û nigan gava şûştin û meshê gerek pak bin.

Mesela 76:Eger tiştek li ser rû, dest û milan be, ku nehile av bigihîje, ji bo girtina desmêjê gerek (ew tişt ewil) bê paqij kirin.

Mesela 77: Eger tiştek li ser cîhên meshê (pêşya ser û li ser nigan) be her çend bihile av bigihîje jî, gerek bê paqij kirin, ji ber ku gerek di navbera dest û cîhê meshê nebe.

Mesela 78: Xêzika pênûs, lekeyên reng, rûn, kirem di halî da ku bê cêrm (tişta ku jê av derbas nabe) be, asteng ji bo desmêjê nîne, lê eger cêrm hebe û ser çerm girtibe, gerek bê paqij kirin.

Mesela 79: eger (mirov) bizanibe tiştek li ser cîhên desmêjê ve zeliqîye, lê nizanibe ku ji geîştina avê pêşî lê digire an ne, gerek ewî paqij bike an avê bigihîne binê wî.

Mesela 80: Desmêj, gerek weha pêk bê:

Ewil rû, paşê milê rast û pişt ra jî milê çep bê şûştin û paşê pêşya ser û pişt ra jî her nig bila bê mesh kirin. Û ji ber vê yekê ihtihayata wacib (ew e ku) gerek nigê rast berya nigê çep mesh bike, eger bi vî rêzê desmêj neyê girtin, (desmêj) betal e.

Mesela 81: Muwalat; yanî li pey hev pêkanîn û nexistina navberê di nava kiryarên desmêjê da.

Mesela 82: Eger di nava desmêjê da hinek navber çêbe ku dema bixwaze cîhekî bişo an mesh bike şilatîya cîhên din ku berya wî cîhê şûştibû an mesh kiribû, ziwabe, desmêj betal e.

Mesela 83: Kesekê ku bikaribe kiryarên desmêjê bi cîh bîne, gerek ji kesekê din arîkarî negire. Îja eger kesekê din sûret û milê wê-wî bişo û an meshê wê-wî bi cîh bîne, desmêj betal e.

Mesela 84: Kesekê ku nikaribe desmêjê bigire, gerek bi arîkarîya kesekê din desmêjê bigire; lê ew bi xwe û kesekê jê ra desmêjê dide girtinê, her du jî gerek nîyeta desmêjê bikin.

Mesela 85: Kesekê ku eger bizanibe desmêj bigire ewê nexweş bikeve an eger avê ji bo desmêjê mesref bike ewê tî bimîne, ji ber ihtiyata wacib gerek desmêjê negire. Lê eger nizanibe zirara avê jê ra hebûye û desmêjê bigire, û paşê fam bike ku jê ra zirar hebûye, desmêja wê-wî durist e; eger çi ihtiyata musteheb ew e ku bi wê desmêjê nimêj neke û teyemmum bigire. Lê herweha bi wê desmêjê nimêj kir, ihtiyata ew e ku dîsa nimêjê bila serî da bike.

Mesela 86: Desmêj gerek bi qesda qurbet (ji bo nêzîkîya Xwedê ra) pêk bê; yanî ji bona bi cîhanîna fermanên Xwedayê ‘alemê bê girtin û lazim jî nake bi zimanê xwe bêje an di qelbê xwe da derbaz bike. Belkî hema qasa ku bizanibe desmêjê digire, bes e. Wusa ku eger jê bipirsin: Tu çi dikî? Bêje: Desmêj digirim.

Mesela 87: Her dem wextê nimêjê ew qas teng be ku eger mirov bixwaze desmêjê bigire, nimêj teva an jî hinek ji nimêjê ewê piştî wextê bike, gerek teyemmumê bigire. Lêbelê eger ji bo desmêjê û teyemmumê qasekî wext lazim e, gerek desmêj bigire.

Desmêja cebîreî

Dermanê ku li ser birînê dixin û (tişta) mîna wî datînin ser an jî tişta ku bi wî birîn û şikestî pê tê girêdan, jê ra cebîre tê gotin.

Mesela 88: Kesekê ku li ser cîhên desmêjê birîn an şikestî hebe, eger bikaribe bi halekî normal desmêjê bigire, gerek weha bike (bigire); meselen ser birînê vekirîye û zirara avê jê ra tune an ser birînê girtîye, lêbelê vekirina wê mimkûn e û zirara avê jê ra tune.

Mesela 89: Herweha birîn li ser rû an dest û milan be û ser wê vekirî be û rijandina avê ser da jê ra zirar be, gerek dora wê bişo û eger kişandina destê şil li ser jê ra zirar tune be, destê şil bila ser da bê kişandin.

Mesela 90: Di desmêja cebîreî da gerek cîhên ku şûştin an meshkirina wî mumkin be bila bê şûştin an bê meshkirin û cîhên ku mumkin nîne, deste şil li ser cebîre bê kişandin.

Mesela 91: Eger birîn an şikestî li pêşya ser an li ser nigan (cîhên meshê) be û ser wê jî vekirî be, herweha nikaribe ewê mesh bike, gerek perçekî (caw a) pak dayne ser û ji ser perçê bi şilatîya av a desmêjê ku di dest da maye, mesh bike.

Mesela 92: Eger li sûret, mil û destan çend heb cebîre hebe, gerek navbera wan bê şûştin û eger cebîra li ser li ser ser an li ser nigan be, gerek navbera wan mesh bike û di cîhên ku cebîre heye, gerek bi şikla ku di cebîreê da hate diyarkirin bê ‘emelkirin.

Mesela 3: Kesekê ku di kefa destê wî-wê da û (li ser) tilîyên wî-wê cebîre hebe, di dema desmêjê da destê şil li ser wan kişandibe, dikare ser nigan jî bi wê şilatîyê mesh bike am ji cîhên din yên desmêjê şilatîyê bigire.

Mesela 94: Eger cebîre hemû sûretê an yekî ji desta teva girtibe jî hukmê cebîre jê ra heye û desmêja cebîreî bes e û teyemmum lazim nake.

Mesela 95: Eger cebîre hemû beraya ser nig girtibe, lê qasekî ji alîyê pêçîyan û qasekî ji alîyê jor a nig vekirîye, gerek cîhên ku vekirîye ser nig û cîhê ku cebîre ye, ser cebîrê mesh bike.

Mesela 96: Eger cebîre zêdetir ji ya normal dora birînê girtibe û rakirina wê ne mimkun e, gerek bi destûra cebîreyê ‘emel bike. Lê ji ber ihtiyata wacib teyemmum jî bila bigire; lê eger rakirina cebîrê mimkun e, gerek ewê rake.

Mesela 97: Eger di cîhê desmêj an xuslê teitek zeliqî be ku rakirina wî mimkun nebe an ewqas zor be ku nikare tehemul ke, gerek bi destûra cebîreyê ‘emel bike.

Mesela 98: Eger cebîre necis be an nabe li ser, destê şil bê kişandin; wek dermanek e bi dest dizeliqe, perçekî pak dayne ser û destê şil li ser bikişe.

Mesela 99: Xusla cebîreî mîna desmêja cebîreî ye, lêbelê ji ber ihtiyata wacib gerek mîna tertîbî bi cîh bê anîn ne itimasî. Û gerek bi destê şil ser cebîre bê kişandin û şûştina wê bes nîne.

Tiştên ku ji bo wan gerek desmêj bê girtin

Mesela 100: Mirov gerek bona van tişta desmêjê bigire:

* Ji bo nimêjên ferz (xêncî nimêja cinazê).

* Ji bo tewafa ferz a K’ebeyê.

* Ji bo lê dana cîhekî ji bedena li nivîsên Qur’anê.

Mesela 101: Eger nimêj an tewaf bê desmêj bê kirin, betal e.

Mesela 102: Kesekê ku bê desmêj e, gerek cîhek ji bedena xwe li nivîsên Qur’anê nexe. Lê ji bo wergera wê tiştek nake.

Mesela 103: Kesekê ku desmêja wî-wê tune be, baştir e cîhekî ji bedenê li navê Xweda bi kîjan zimanî hatibe nivîsandin, mîna: Xweda û God, nexe.

Mesela 104: Ji bo van tişta desmêj girtin musteheb e:

* Çûyîna mizgeft û Dergehê Imama.

* Xwendina Qur’anê.

* Girtna Qur’anê cem xwe.

* Lêdana cîhekî ji bedenê li cild an li haşîyeya Qur’anê.

* Zîyareta ehlê goristanê

Tiştên ku dezmêjê betal dike

Mesela 105: Tiştên ku desmêjê betal dike pêk tê ji:

* Derketina mîz, xait, gaza mîde û rûvî.

* Xew, wusa ku goh nebihîze û çav nebîne.

* Tiştên ku eqilê dibe; mîna dînatî, serxoşî û xeriqînê.

* Isthazeya jina.

* Tiştên ku bibe sedema xuslê; mîna cinabet û dest lêdana mirî.

XUSL

Carna ji bo nimêj û kiryarên din ku gerek bi desmêjê bi cîh bên, xusl ferz dibe.

Şiklê xuslgirtin

Mesela 106: Di xuslê da gerek beden, ser û sitû teva bê şûştin; ev xusl çi ferz be, mîna cinabet an jî musteheb be, mîna xusla roja înê. Bi gotinekî din, hemû xusla di bî cîhanînê da tu ferqekî navbera wan da tunê xêncî nîyeta wan.

Mesela 107: Xusl bi du şikla tê pêkanîn: “tertîbî” û “irtimasî”.

Di xusla tertîbî da, ewil ser û sitû tê şûştin, paşê alîyê rast ê beden û pişt ra jî alîyê çep (ê beden tê şûştin).

Di xusla irtimasî da, beden carekî ve dikeve nav avê. Îjar ji bona pêkanîna xusl a irtimasî gerek av ewqas be ku mirov bikaribe bedenê xwe teva bixe nav avê.

Şertên duristbûna xuslê

Mesela 108: hemû şertên ku ji bo duristbûna desmêjê hate gotin, di duristbûna xuslê da jî şert e, xêncî muwalatê (li peyhevbûn). Herweha lazim nake beden ji jor da bi jêr va bê şûştin.

Mesela 109: Kesekê ku çend xusla cinabetê jê ra ferz e, dikare bi nîyeta teva carekî xusl bigire.

Mesela 110: Kesekê ku xusla cinabetê girtibe, gerek ji bona nimêj desmêjê negire. Herweha bi xuslên ferz yên din xêncî xusla “istihaze ya mutewesit”, dikare bê desmêj nimêj bike, eger çi baştir e desmêj bê girtin.

Mesela 111: Di xusla irtimasî da gerek beden pak be, lê di xusla tertîbî da pakbûna beden teva lazim nîne. Ji ber vê yekê eger her beşekî berya xusldana wî beşê bila bê şûştin, bes e.

Mesela 112: Xusla cebîreî mîna desmêja cebîreî ye.

Mesela 113: Kesekê ku rojîya ferz girtibe, nikare di halê rojîyê da xusla irtimasî bigire. Ji ber ku rojîgir gerek ser teva nexe bin avê. Lê eger ji rûyê ji bîrkirinê da xusla irtimasî girtibe durist e.

Mesela 114: Di xuslê da lazim nîne hemû beden bi dest bê şûştin û herweha digel nîyeta xuslê, av hemû bedenê şil bike, bes e.