Home Page
  Jîyanname
  BawerÎ
  Berhem
  Mesaj
  Ehkam û Fetwa
  Wêne

   E-Mail Listing:


 
  Index  

Bi navê Xwedayê Mêhrivan ê Dilovan

Di mektaba Ehlê Beytê da bawerî

Pirsiyar :Çima em hewceyên ol in?

Bersiv:Xwedayê mezin di Qur’ana Pîroz da kerem dike:

فَأَقِمْ وَجْهَكَ لِلدِّينِ حَنِيفًا فِطْرَةَ اللَّهِ الَّتِي فَطَرَ النَّاسَ عَلَيْهَا

Sûreta Rûm/30 

Ol, di istilah da pêk tê ji koma me’arif (nasîn), qanûn ferman in ku Xwedayê mezin digel Pêxember (s.a.a.) bona rêberî û se’adeta civakê pêk anîye. Ew ferman şamilê sê baş e:

1- Bawerî, 2- Exlaq, 3- Wezîfe yên kiryarî

Di vê pêşgotinê da mijar, beşa bawerî ye, berya ku em mijûlê beyana kurt ya vê beşê bin emê li ser pêwistîya ol ê bisekinin.

Pêwistîya ol

Mirov di vê ‘alema mezin da bê armanc ne hatîye afirandin û Xwedayê Hekîm jî, ji karên bê armanc û vala dûr û munezzeh e. Dema li ayet û riwayet tê mêze kirin miroz dibîne ku armanc ji afirandina mirov hema bi destanîna kemalat, fezîletên nefsanî, meqam û dereca bilind e û gehîştina bi vê armanca mezin, bê bernameya deqîq, ehkam û fermanên kamil û gelempêrî pêk nayê, belkî bona gehîştina bi vê meqama mezin, hewceyê ehkam û fermana ye, ku mafên şexsî û civakî ya wî bila bê paraztin, azadî û rehetîya wî bila bê temîn kirin, rêya tekamul û bernameya bi destxistina kemalat û se’adetê bila jê ra dîyar be, ku bernameyek weha digel ‘eql û ramana kêm a beşer pêk nayê, loma mirov hewceyên têvel û zêdeya xwe mîna naskirina xaliqîê xwe û ji rêç û rêbazên ku bi mexseda xwe digehîne, haydar nebe ji tiştên ku dibe sedema dilgeşî û se’adeta dinya û axîret bê hay be, belkî pir caran dilgeşî û se’adeta xwe bi qezenckirina tiştên maddî û menfe’eta dinyewî dizane û ji hewcetîya m’enewî ya uxrewî

 xafil dibin, belkî pir caran meslehet û menfe’etên xwe û mirovên xwe, li ser mesleehetên kesên dî tercîh dike û destê xwe davêje her karî.

Belê se’adeta beşer di dinya û axîretê da li dora bawerîyek salim û ‘emelkirin bi bername û fermanên Islam û bi cîhanîna bernayên rojena ya jîyan (şexsî û civakî) li ser fermanên dilgeşîbexş ya Islamê ye, loma mirov nikare pêwistîya olê di civakê da inkar bike.

Feydeya ol

Feydeyên ol du beş e:

1-     Feydeyên ku bona mirov ji alîyê ferdî ve heye.

2-     Feydeyên ku bona mirov ji alîyê civakî ve heye.

Feydeyên ol seba mirov ji alîyê ferdî ve gelek pir e û pirê wan ku eşkere û diyar e di nav sê hevok da hatîye kutr kirin:

a)      Sukût û aramgirtina dil.

b)      Quweta rih.

c)      Parastina şexs.

Sukût û aramgirtina dil
Xwedayê mezin di Qur’anê da dibêje:

الَّذِينَ آمَنُواْ وَتَطْمَئِنُّ قُلُوبُهُم بِذِكْرِ اللّهِ أَلاَ بِذِكْرِ اللّهِ تَطْمَئِنُّ الْقُلُوبُ

“Kesên ku îman anîne, dilên wan digel bîranîna Xudê, aram digire. Erê digel bîranîna Xudê dilan aram dibin.” Sûreta R’ed/28

Belê, yek ji feydeyên girîng yên ol, seba her ferd ew e ku ewî xwedanas û bawerî ji Xudê re (ku heqîqeta sabit û tu car nayê guhurandin û xaliqê hemû mexlûq û kesê ku hemê nîmeta dide) dibe, ew Xwedayê ku hemû xêr, ‘izzet, temen û jîyan di destê wî da ye. Bi vî awayî dilê mirov aram û sukûnet, dilgeş, razî, qan’i sebr têda pêk tê. Belê ew kesê ku Xweda pê re ye hemû tiştê wî heye. Ew kesê ku bigihîje Xweda, ne tirs ji tunebûnê û ne ji bûyera û ne jî ji tiştên ku pêş tên, ditirse.

Hêza rih

Ol,  mirov qewîyy-ul îrade (li ser îrada bi hêz) digel fedakarî û bandûr li ser daxwazên nefsanî dike. Xwedayê mezin di barê binemala Imam ‘Elî (a.s.) kerem dike:

يُوفُونَ بِالنَّذْرِ وَيَخَافُونَ يَوْمًا كَانَ شَرُّهُ مُسْتَطِيرً * وَيُطْعِمُونَ الطَّعَامَ عَلَى حُبِّهِ مِسْكِينًا وَيَتِيمًا وَأَسِيرًا * إِنَّمَا نُطْعِمُكُمْ لِوَجْهِ اللَّهِ لَا نُرِيدُ مِنكُمْ جَزَاءً وَلَا شُكُورًا

“*Ew nezrên xwe pêk tînin û ji rojekî ku nebaşîya wê belav bûye ditirsin. * Û ew li ser hezkirina xwe jê re jî xwarin didin belengaz û sêwî û dîlan. * Bê guman em tenê ji bo Xudê xwarin didin we. Em ji we ne tu bergîdanî dixwazin û ne jî tu sipasî.”

Belê ev sifetê weha di rihekî de tê dîtin ku bi hêz û bawerîya wî ji hêza bê dawîya ilahî ra hebe. Rihê ze’îf tu car nikare bibe xwedîyê ev sifetên mezin, rihê bi hêz girêdayê Xweda ye ku dibêje eger tavê bikin destê min ê rast û heyvê jî bikin destê min ê çep, ez dîsa dev ji armanc û mexseda xwe ya bilind bernadim.

Parastina şexs

Sêyemîn feydeya ol, parastin û kontrolkirina mirov ji rewş, sifet û daxwazên ku mirova xirab dike û tune dike, ol, mirovê mumin û bawerîya bi xaliq û me’ad heye, ji hemû fesad, tecawuzê mafên kesên dî, zilm û sitemê dûr dixe û diparêze.

Lewmane ol, bala mirov bi alîyê Xudê ve dikişîne û di encamê da dilê wî aram û rihê wî jî bi hêz dike û ewî ji tiştên ne pak diparêze.

Belê, mirov eger eger bi ola rast û durist fam bike û çawa lazim e pê ‘emel bike, ew se’adeta ku dixwaze bi bereketa ol digihîje, ji ber ku ol bona mirov feydeyên m’enewî û maddî pê re heye. Ol, ji bo mirov, ewletîya bo xwe û hêza rih û sukûneta dil dide û ewî ji pîsatîya diparêze û di encamê da bedena mirov salim, malê wî tê parastin, ji jîyana wî xweş dibe, navê wî bi qencî dimîne û ‘aqîbeta wî jî li ser xêrê dibe.

Xudê kerem dike: “Her kes, mêr an jin karê xêr û baş bike û pê re îman hebe, emê jîyanek pak bidin wî û emê ji kiryarên wan pirtir xêr bidin wan.

Feydeyên civakî ya ol

Mirovên ku bi hev ra dijîn û di sûd, zîyan, serbilindî, stûxarî, jîyan û mirinê da bi hev ra hevpar in û têrzê fikr û hisê da mîna hev in, civakê didamizrînin.

Civak ‘eynî mîna yek mirov e û hukma yek şexs pê re heye û gerek sê ‘eslê bingehî di civakê da hebe da ku civaka salim, bi hêz, serxwe û bikaribe ji jîyanê pirtirên behre behere:

1-     Di navbera kesan da hezkirin, yekitî û hecdilî hebe.

2-     Xwe parastin ji kesên zerer û zîyan didin hev.

3-     Arîkarîkirin û yekdengbûn li ser xêr û maf.

Ol û bawerî bi xaliq û me’adê bi baştirîn şikl, ew sê bingehên ku li jor derbas bû di civakê da pêk tîne.

Ewilîn feydeya girîng a ol bona civakê, pêkanîna wehdet a m’enewî, biratî û yekitî di navbera kesên civakê da ye û dîsa raydatirîn wesîle bona ulfetdana dilan di navbera hev da ye.

Xwedayê mezin kerem dike:

وَاعْتَصِمُواْ بِحَبْلِ اللّهِ جَمِيعًا وَلاَ تَفَرَّقُواْ وَاذْكُرُواْ نِعْمَةَ اللّهِ عَلَيْكُمْ إِذْ كُنتُمْ أَعْدَاءً فَأَلَّفَ بَيْنَ قُلُوبِكُمْ فَأَصْبَحْتُم بِنِعْمَتِهِ إِخْوَانًا

“Hemû bi hev ra wêrisê Xudê bigirin û ji hev belav nebin û li ser xwe nîmetên Xudê bînin bîra xwe, ku hûn bi hev ra dijmin bûn. Xweda di navbera dilên we da ulfet da û bi nîmeta Xudê hûn bi hev ra bûn bira.” Alê ‘Imran/130

Feydeya duyem a ol bona civakê ew e, ku ol ezîyet, qarîn û dijminatîya mirova bi hev ra, ji nava wan radike an jî kêm dike. Nîyeta xirab û fesadê ku dibe sedema bê bextîya kesan û civakê ye, tune dike. Ol, dest û pîyê nefsa ku di hundurê mirov da ji bona mirov daf datîne, girê dide. Ol pêşya bi zorî û ketina nava fehşayê, digire. Ol, her dem navbera mirovatîyê zexm dike û bona wê jî emr dike.

Xudayê mezin di Qur’ana Pîroz da kerem dike:

 إِنَّ اللّهَ يَأْمُرُ بِالْعَدْلِ وَالإِحْسَانِ وَإِيتَاءِ ذِي الْقُرْبَى وَيَنْهَى عَنِ الْفَحْشَاءِ وَالْمُنكَرِ وَالْبَغْيِ يَعِظُكُمْ لَعَلَّكُمْ تَذَكَّرُونَ

“Bi rastî Yezdan fermana bi dadî û qencîyan û dayîna ji bona pismam û lêziman, dike û ewa fermana parisandina ji maştoqîyê û ji rikhatinan û ji cewrkirinê dike. Evan şîretan; ji we ra dike, bi ras­tî dibe ku hûn ewan şîretan hildin.” Sûreta Nehl/90

Feydeya sêyem a ol bona civakê ew e, ku pirê mirovan dawetê arîkarî û alîkarî seba pêkanîna karên xêr, dike û wana ji arîkarî û alîkarî bona pêkanîna karên xirab û gonehan, nehy dike. Wana ji dijminatîya bi hev ra nehy dike, û wana ji ‘ezaba dijwar a dojê jî dide tirsandin.

Xwedayê mezin weha fermû:

وَتَعَاوَنُواْ عَلَى الْبرِّ وَالتَّقْوَى وَلاَ تَعَاوَنُواْ عَلَى الإِثْمِ وَالْعُدْوَانِ وَاتَّقُواْ اللّهَ إِنَّ اللّهَ شَدِيدُ الْعِقَاب

“Û hûn li ser qencîyan û li ser xwe parisandina ji gonehan arîkarîya hev bikin. Û hûn li ser gonehkarî û cewrîtî arîkarîya hevdu nekin û hûn yezdanparizî bikin. Bi ratî Yezdan zor şapat e.” Sûreta Maîde/2

Kurtaî ev e ku ol, bi qanûn û bernameya taybetî ya mirovsaza xwe, civakek damizrîne ku rihê wê civakê xêra mutleq e û digel bernameyek bi hêz  û serbilind, kesên wê civakê xwedîyê dilgeşî û se’adet ya dinya û axîretê dike, inşaallah.

Herweha wateya ol, me zerûret û feydeyên wê bi kurtaî dîyar kirin û emê niha werin ser gotina ‘eslî. Hate gotin ku ol xwedîyê sê beş e û mijara behs a me jî beşa bawerî ye. Û berya ku em bikevin nav behsê emê bala xwe bidin vî mijarê:

Pêwîstî yeqîna me ji usûlê dîn (bingehên olî) re hebe. Herweha di meseleya ewil a Tewzîl-ul Mesailê da hatîye, misilmanan gerek yeqîna wan ji bingehên olî re hebe. Yanî bi destxistina me’arif (nasîn) û bawerîya rast û durist lazim e û tenê nikarin bi gotinên kesê din pê bawer bikin. Bi hukmê ‘aqil, bi hukmê ayet ên pîroz û riwayetên m’uteber li ser her misilman bi destxistina îman, yeqîn û bawerî bi bingehên olî, ferz e û eger di vî karî da kêmasî bike, ewê bibe sedema ‘ezab a bê dawî. Lêbelê ew tişta ku lazim e, ‘eslê pêkhatina yeqîn û bawerî ya rast e û ev m’ena ji her delîl û rê pêk ve jî bêt, kafîye. Lewmane pirê mirovan ku bingehên ol a xwe ji hînkirin û gotarên zana, mubellix û mamosteyan û heta ji gotinên dê û bavê xwe jî fêr bibin, ji ber ku ewletî bi gotarên wan ra heye û ihtimala tunebûn a derew di gotarên wan da, yeqîn kirine, kifayet dike, belkî nikaribin delîl û burhan bînin û bersiva şubhan jî bidin.  

Çima bingehên ol, teqlîdî nîne?

Sedem ev e ku feqîh û merc’eên mezin gotine: “Cîhê teqlîd, ehkama fer’î ya ‘emelî ye û di bingehên olî de teqlîd nayê kirin.” Û idi’aya icma jî ew e, ku gotine: “’Emelkirin bi fermanên muctehid e (li gora hineka, qebûlkirina gotar yên kesên dî, bê delîl) her çend yeqîn jê ra çê nebe, lê herweha ayet û riwayet delalet dikin [1] ser ew ku di bingehên ol de îman, nasîn û yeqîna muteber lazim e û îman bi m’enaya ewletî, sukûna qelb û bawerî ya batinî ye. Û ev m’ena digel teqlîd bi dest nakeve.

Gel gotinek dî, ew tişta ku mirova digihîne se’adeta dinya û axîretê û wî ji ‘ezab û hilaketê xilas dike, bawerîya qelbî û îman e. Ew tişta ku mirova ji feydeyên olê behremend dike, tenê bawerîya batinî, yeqîn û ewletî ye. Ev rewş û m’ena ji ‘emel û teqlîd cida ye, û tenê bi gotina kesekê din bi dest nakeve, lewmane teqlîd – ‘emelkirina ferman yên mucehid an pejirandina gotar yên kesên dî, bê delîl û te’ebbudî ye – li vêderê cîhê wê jî tune.

Gerek bêt gotin: “Îman, fêrbûna zanîn û yeqînkirina bi bingehên olê ji fezîletên nefsanî ye. Nasîn û bawerî bi Xweda û sifetên kemalîye yê wî, naskirina huccetên ilahî û navgînên feyzê, fêrbûna zanîn û yeqînkirin ji me’ad û vegerîna bi alîyê Xudê ra, bi hukmê ‘eql ji bi destxistina ev tiştên hate gotin hatîye qayîlbûn û lazim e.

Bawerî bi Xwedayê Yekta

أَفِي اللّهِ شَكٌّ فَاطِرِ السَّمَاوَاتِ وَالأَرْضِ

Gelo di (yekatîya) Xwedê da şik heye ku (ew) afirenîndeyê ezmanan û erdê ye. Îbrahîm/10

Zanîn û îqrar bi hebûna Xwedayê mezin diyar û eşkere ye û kafir jî bi wî îqrar kirîye. Herweha Xwedayê pak gotîye:  

وَلَئِن سَأَلْتَهُم مَّنْ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ لَيَقُولُنَّ اللَّهُ فَأَنَّى يُؤْفَكُونَ

“Û bi rastî tu ji wan pirsiyar bikî ku, kî ye xaliqê tav û mehê ku di binê bandûra wî da ne?” Ewê bêjin: “ Helbet! Xweda ye.”Lê îjar ka ewan ça ji perestîya wî rû difetilînin?”

Lewmane Resûlê Xudê (s.a.a.) hate hêlbijartin û mirova dawetê tewhîd û yekperestî kir, ne îqrar bi hebûna Xudê.

Reha vê îqrar û îtirafê serkanîya vê destxistin û xerîze, hema ew fitret, hêza derk û famkirinek e ku Xwedayê mezin di tebî’et û xweza ya meriv da pêk anîye.

فِطْرَةَ اللَّهِ الَّتِي فَطَرَ النَّاسَ عَلَيْهَا

(Sûreta Rûm/30)

Erê, Xwedayê mezin vê heqîqetê xistîye zihnê her kes  û loma mirov di ‘eslê xilqet û zatê xwe da his dike ku ew bi xwe di destê xwe da nîne belkî di destê kesekî da ye ew kes eewî diparêze, arîkarîya wî dike, miqatê raman û kiryarên wî ye. Ew kes li seranserê cîhanê hukm dike û hemû heyîn bi arîkarîya wî li pîya ye.

Her hizrvanek fêm û bawer dike ku hemû cîhan tabi’ê yek sîstem û qanûn e û ew di ronahîya vê sîstem û qanûnê da ji hemû zerreyên ‘alemê behremend e ji hewayê bîna xw digire, avê vedixwe, ji hêşînatîyê dixwe, ji tîrêjên tavê behre dibe û fam dike ku hemû ‘alem bi yek hêzeke û ji yek serkanîyek pêk tê û di binê yek irade de jî tê idarekirin. Û bi pêwîstîya vê fitret, fam û derk e, ku di dema daxwaza xwe da ji wî dixwaze gava dijwarîyê da xwe penaha wî dibe, dema nîmetê da hêvîdarê wî dibe. Rewşen dibe ku ev his û derk ji z’ef û nezanî nîne, loma mirov ji kîjan tebeqe û kom be, her dem xwe ji hemû fikrên ‘ilmî, bawerî û ‘adeta dûr bixe û xwe mewcûdek ferz bike ku hema ev sa’et xelq bûye û tu kesekî ne dîtîye û tu gotinek ne bîhîstîye, wê demê li xwe û li cîhanê binhêre, ewê çi bibîne?

Ewê xwe mexlûqek bibîne ku xwedîyê çav, goh, fam û hiş ku di kuncikek cîhana bê dawî da ewê xwe peyda bike û li kîjan alî binhêre ewê nihêra wî negihîje dawîya cîhanê, ewê cîhanê gelek mezin û xwe jî gelek piçûk bibîne, ‘erdê ku di binê nigê wî da ye gelek ‘ecîb û di ezmanê li ser ser wî ye ewê gelek xerîb bibîne. Di cîhanê da hereket û gerînek ewê temaşa bike, ewê bibîne tav û meh hil tên û diçin ava, şev roj bi rêkûpêk li pey hev tên û diçin û dema şevê da ezman ji sitêrkên birqên û sipehî tijî dibin, mehan û demsalan bi dor, bi rêkûpêk bi hesab di gerînekê da ne.

Mezinatî û taybetîya afirandin a xwe dibîne, bejna xwe, hestî û rehên beden, ‘ecîbbûna qelb û çêbûna hestî yê ser, çav, goh, sûret û sîstema hezm, gerîna xûn, lêdana qelb û çêbûna dest û tilîyan, çawakîya terkîb a beşên beden, çawakîya xwarin, temînkirina madde yên lazimê beden, sîstema çêbûn a zaran, nexşa hêz a ‘aqil, şehwet, xîyal, wehm û yên din di cismê xwe da dibîne û bê hemdê xwe îtiraf dike.

Belê, di vî rewşa weha da mirov bi canê xwe yek irade, yek rêbaz, yek jîyan, yek hêz, yek zanîn, yek heyîna heqîqî ku xwedîyê hemû ev sifetan e û bi meqama rih û can e. Bi eşkere dibîne û ewî li ser hemû heyîn bandûr û ji hemû agah û li ser hemû hêztir û gerîngerê hemû yê wan, dibêne û xwe bi hemû heyîna xwe girêdayî wî dibîne eger çi heqîqeta wî nikare têbigihîje  û bi afirandina cîhan û sirra xilqet a xwe jî nikare fam bike. Lêbelê ewqas dikare fam bike ku çêkerê cîhanê heye bi navê Xudê, û têdigihîje ku di fitreta hemû heyînê da ev idrak heye û hemû digel heyîna xwe bi wî serkanîya yekta girêdayîne û hemû, bi hemû heyîna xwe bi heyîna wî îqrar û îtiraf dikin. Û bi xwezaî jî li hemherê mezinatî ya wî jî xwe teslîmê wî dikin û jê ra diçin secdê.  

    وَلِلّهِ يَسْجُدُ مَن فِي السَّمَاوَاتِ وَالأَرْضِ طَوْعًا وَكَرْهًا وَظِلالُهُمبِالْغُدُوِّ وَالآصَالِ

“ Û di ezman û zemîn da çi hene! Hemû bi zor û hêsanî û sîhê wan jî, di sibe û êvaran da, (kurt û dirêj dibin) ji bona Yezdan ra secdê dikin.” Sûreta R’ed/15

إِنَّ فِي خَلْقِ السَّمَاوَاتِ وَالأَرْضِ وَاخْتِلاَفِ اللَّيْلِ وَالنَّهَارِ لآيَاتٍ لِّأُوْلِي الألْبَابِ

“Bi rastî di aferandina ezman û zemîn da û di ne wekhevbûna şev û royan da (di kurtayî û di dirêjaya wan da; yek ji wan kurt dibe ya dinê dirêj dibe) ji bo­na xweyê hişan berate hene.”

Belê, xwedîyê fam digel balekî kêm his dike ku seransera cîhan a heyîn tijî ji jîyan, şu’ûr, dîtin û bîhîstinê ye û her yek ji mexlûqat bi zimanê batin, digel xaliqê xwe di nav raz û nîyazê de ye û heyîna wî îqrar dike û ewî tesbîh û teqdîs dike.

يُسَبِّحُ لِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ الْمَلِكِ الْقُدُّوسِ الْعَزِيزِ الْحَكِيمِ

“Çiqa tiştên di ezman û zemîn da hene! Hemî Yezdanê serok ê pîroz û servahatê hekîm (bi perestî) paqijaya wî ji kemasîyan dikin.” Cum’e/1

Li vêderê ye ku mirov ji xwe bala xwe bide xaliqê xwe û alîyê wî ve diçe û nikare weha nebe. Li vêderê ye ku di meqama bendetî û ita’etê da ji wî tê. Li vêderê ye ku her çend sitemkar be, dîsa bi alîyê Xweda û dergehê wî vedigere û dilnizmî dike. Li vêderê ye ku gerek batinê mirova dît û  gerek bi zahirê wan hukm nebe, ku her çi jî em ne baş bin.

Li vêderê ye ku mirov li pey pêxemberê wî biçe û dixwaze rêbaza bendetî û ‘ubûdîyyetê ji zimanê pêxember hîn bibi û nêzîkê wî be û li hember jî wezîva xwe bi cîh bîne û xwe ji muxalifeta wî biparêze.

Imam Sadiq (a.s.) kerem dike: “Zanîna hemû mirova çar beş e:

1- Nasîna Xweda, 2- nasîna xwe, 3- nasîna wezîfê, 4- nasîna ji rêderketinê.”

Emîrê Muminan ‘Elî (a.s.) kerem dike: “Xwedayê mezin pêxemberan şand da ku mirova bi alîyê fitreta wan ve bigihîne û nîmetên ilahî bîne bîra wan û huccetê Xweda bigihîne wan û sirrên ilahî ku di nefsa wan da veşartîye, hêlbijirîne û ayetên Xudê di zemîn û ezman da nîşanî wan bidin.” Nehc-ul Belaxe, paşîya xutbe ya ewil.

Tewhîd

Tewhîd, bingeha ewil a usûlê dîn (bingeha olê) tê jimartin.

Tewhîd, pêk tê ji bawerîya ku Xwedayê ‘alemê yekta ye ku têde cuz û sifet tune, ku hinek ji delîlên wê emê nîşan bidin:

Herweha mirov bi diqet li mewcudata ‘alemê binhêre dibîne ku sîstemek taybet di navbera celeb yên mewcudat e bi vî re ku di kemm û keyfîyeta xilqet a wan da ixtilaf heye lê hemûyê wan mîna endamên yek beden bi hev ra, zeliqîne û bi qanûnek sabit û bi sîstemek wahidî idare dibin.

Dîyar e ku ev nizama wahid û tertîba taybet, xêncî yekitîya çêker pêk nayê. Herweha Xwedayê mezin di Qur’ana Pîroz da kerem dike:

وَمَا كَانَ مَعَهُ مِنْ إِلَهٍ إِذًا لَّذَهَبَ كُلُّ إِلَهٍ بِمَا خَلَقَ وَلَعَلَا بَعْضُهُمْ عَلَى بَعْضٍ

“Ilahek din bi Xweda ra nîne, ku eger weha bibûya bi rastî her ilahek digel mexlûqê xwe bi alîyek ve diçû (her yek mexlûqê xwe idare dikir) û her yek li beranberê din mezinatî dikir. (Û bi vî sedem sîstema  ‘alemê xirab dibû.) Sûreta Muminûn/91

Bi gotinekî din, bûyerên ‘alem a heyîn eger çi xwedîyê şiklên têvel in û heqîqetên têvel in, lê di wê halî da hemûyê wan  peyrewên nizamek wahid û her yek di zerfa hebûn a xwe da rêbazek taybet dimeşe û bi vê sedem ji fesadê tê paraztin. Û ev mijar xêncî bi yektabûna çêker ê wan mumkin nîne.

Xwedayê mezin di Qur’anê da kerem dike:

لَوْ كَانَ فِيهِمَا آلِهَةٌ إِلَّا اللَّهُ لَفَسَدَتَا فَسُبْحَانَ اللَّهِ رَبِّ الْعَرْشِ عَمَّا يَصِفُونَ

“Eger li ezman û erdê ilahên din xêncî Xudê hebûna, bi rastî xirab û fasid dibûn.) Sûreta Enbîya/22

Belê, bi balekî kêm bi xwe jîndaran, çîya, çol, daristan, derya, zemîn, ezman, tav, stêrkan, şev, roj, demsalê salan û … û rêkûpêka hakim li ser van, em yeqîn peyda dikin ku cîhana heyîn bi nizama hevaheng û bi heyîrîna mexlûq, afirenendeyê yekta û bê hevta ye. Herweha bi xwe bi yektabûna xwe şahidatî dike. 

شَهِدَ اللّهُ أَنَّهُ لاَ إِلَهَ إِلاَّ هُوَ  Alê ‘Imran/18

Û bi xwe, ji xwe û yekitîya xwe ra û bê mînakbûna xwe diyar dike:

بِِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَنِ الرَّحِيمِ
قُلْ هُوَ اللَّهُ أَحَدٌ  *اللَّهُ الصَّمَدُ  *لَمْ يَلِدْ وَلَمْ يُولَدْ  *وَلَمْ يَكُن لَّهُ كُفُوًا أَحَدٌ

Bi navê Xudayê Mêhrivan ê Dilovan

(Ey Resûlê me) Bêje: “Xweda yekta û yegane ye.* Ewa Xudakî wusa ne (qe tu xarin û vexa-rin û darxistin ji bona wî ra tune ye, hemû heyîn hewceyên wî ne.)* Nazêyîne û qe tu kesî jî ewa nazandîye.* Û ji bona wî ra qe tu kesê babetî  tune ye.

Emîrê Muminan ‘Elî (a.s.) ji kurê xwe Imam Hesen (a.s.) ra dibêje: “Kurê min! Bizan eger şirîgek ji Xwedayê te ra hebûya û resûlên wî  bi alîyê te ve bihata, şûnwarên milk û hêza wî, te ê bitîta û kiryar û sifetên wî, te ê nas bikira. Lêbelê ew e Xwedayê yekta, herweha ku xwe bi xwe tewsif kirîye.” Nehc-ul Belaxe, Subhî Salih, paşîya name ya 31-ê

Belê, Xaliqê vê cîhanê heye û yekta ye. Hekîm, hêzdar ku heyîn, mayîn, gerîna ‘alem a heyînê ji wî ye, tu mexlûqek ji binê hêza wî derneketîye, rehman, rehîm û helîm e.

Tiştekî badîheva ne afirandîye û cism û madde nîne, bê hevta û bû dawî ye, bi hemû kes û tişt agah e. Hemû ‘alem di binê bandûra wî da ye, her dem bûye û ewê bibe.

‘Edl – Dad –

Yekî ji bingehên mezheb a şî’e, bawerî bi ‘edaleta Xudê ye; ji ber ku dad yek sifetek kemalî ye û Xweda jî xwedîyê hemû sifetên kemal e û ji her kêmasî munezzeh û dûr e û îjar tu zilm û xirabî di nav karên Xudê da tune. Çiku sitem, xirabî, sifet kiryarên nebaş ji nezanî, bê hêzî û ji hewcetî dest pê dike û Xwedayê mezin bi hemû tişta zana, qadirê her kar û ne hewceyê tu tişt e. Ji ber ku misilman gerek bawermend be, ku Xudê ‘adil e û hemû karên wî jî li ser ‘edaletê ye

Di Qur’ana Pîroz da hatîye:   

شَهِدَ اللّهُ أَنَّهُ لاَ إِلَهَ إِلاَّ هُوَ وَالْمَلاَئِكَةُ وَأُوْلُواْ الْعِلْمِ قَآئِمَاً بِالْقِسْطِ

“Xweda bi xwe şahidatî dide ku xêncî wî tu ilahek tune û melaîket û xwedîyên zanîn jî şahidatî didin û halhale Xudê bi ‘edaletê sekinîye (di ‘alemê da bi ‘edaletê hukm dike). Sûreta Alê ‘Imran/18

Bi kurtî, bi hukmê ‘aqil ji ayet û riwayet bi rewşenî tê karandin, ku Xweda ‘adil e, û ew tiştên ku afirandîye bi rêkûpêk, bû pîv û li ser hesabekî diyar, afirandîye û li seransera cîhan a heyîn li ser tewş û pîvan hatîye çêkirin. Resûlê Xweda (s.’a.a.) kerem dike: “ Ezman û zemîn li ser ‘edaletê li pîya ye.”

Helbet em ji hemû cîhanê haydar nînin û me hemû mewcûdatê lêkolîn ne kirîye û karîna lêkolînê jî tu car nabe. Lêbelê li ser her beşa ku em ji cîhanê haydar in diwê beşê da em nizam, hesab û pîvanê têda dibînin û ji vira pê re em yeqîn dikin ku xaliqê vê cîhanê ‘adil e.

Ji ber vê yekê Xwedayê mezin him di xilqetê da û him jî di hesabgihana roj a qîyametê da, ‘adil e. Her tişt di cîhê xwe da û li gora meslehet û maf a mexlûqê da, pêk tê û di mafê tu mewcûdekî da sitem ne bûye û ewê nebe û ew tişta tê gotinê ji kêmasî, ne rindî, zîyan, pîsî û wek van, bi lehaza miqayese ya vê tiştan e digel alîyê dijî van ji zêdetî, rindî, sûd û çêyî. Eger ne her tişt li cîhê xwe ye û di her haletî da bi wext û di zerfa xwe da û di hemû ‘alemê da, li cîh û xêra tenê ye.

[1] Sûreta Nehl/106, Hucûrat/16, Bihar, c.23, r. ji 76 heya 95. 
  Index