Home Page
  Jîyanname
  BawerÎ
  Berhem
  Mesaj
  Ehkam û Fetwa
  Wêne

   E-Mail Listing:


 

Nubûwet

Ji tiştên ku derbaz bû diyar bû ku mirov di fitret û batinê xwe da, li pey Xweda ye û di mexseda nêzîkbûn a wî da ye. Lewmane his dike ku hewceyê rêber û hadî ye. Ji alîyê din ve Xweda di tebî’eta mirovan da xerîze û daxwazên têvel û heya li dijî hev pêk anîye ku eger bi arîkarîya rêber rêkûpêk nebin û eger mirovan bi xwe jî di destê xwe da bin, bi xwezaî, xwe û civakê dikêşînin nav fesadê. Lewmane lutfa ilahî jî lazim dike ku bona hîdayeta wana rêberek t’eyîn dike û bi cîh jî nîne Xwedayê Hekîm ê Dilovan ku hewcetîyên madî û m’enewî yên beşer dizane û rêya se’adet û silametî ya wî nas dike û ewî di halê xwe da bihêle. Loma rêberana ku ji wan e û ji her alî ve xwedîyê selahîyet e seba gihandina mesaja ilahî hêlbijart da ku navgîn di navbera Xweda û mirovan da bila be. Û bila heqîqet û mesajan ji alîyê Xweda bigire û danezanê mirova bike. 

Ji ber vê yekê, ‘eynî mîna riwayetên ku hatine, sed û bîst û çar hezar pêxember şandîye ku ji wana pênc heb Pêxemberên ‘Ulûl’ezm in û xwedîyê şerî’et tê nas kirin:

1-Hz. Nûh (‘e.s.)

2-Hz. Îbrahîm (‘e.s.)

3-Hz. Mûsa (‘e.s.)

4-Hz. ‘Îsa (‘e.s)

5-Hz. Muhemmed (s.’e.a.) û em hemûyê wan qebûl kirîye û ji hemû ra hurmet dikin. Û em wana ji hemû ji her celeb goneh, şimitayî û xetayê dûr û mesûm dizanin.

Lewmane Hz. Muhemmed Ibnê ‘Ebdullah (s.`e.a) xatemê pêxemberan û kamilker hemû olên pêşîn e. Û ew tiştên ku di olên berê da bû ji alî wî dihat qebûl kirin. Ji alîyê qanûn û rêberîyê wî ve baştirîn û kamiltirîn qanûn in. Û me destûr û wezîfeyên xwe ji wî mirovê giranqedr girtîye û bi wan bawer dikin û mîna wan pê ‘emeld dikin. Inşaallah.

Rêyên naskirin a pêxember

Nubûweta her pêxemberek gel sê ve sabit û qebûl dibe:

1-Idiaya nubûwetê

2-Ji bo nubûwetê hebûna selahîyetê

3-Hebûna bêhîtê (m’ucicê)

Ewil: Idiaya nubûwet

Ji bo tu kesekî veşartî nîne ku Hz. Muhemmed (s.’e.a.) di sala 611-ê Zayînî da, di wextekî da ku şirk, pût perestî, agir perestî û hwd… seranserê cîhanê girtibû, li Mekê idiaya nubûwetê kir û heya dawîya temen a xwe, mirova dawetê ol a Îslamê kir û nifşekî pir jî daweta wî qebûl kirin û bûn Misilman.

Duyem: Hebûna selahîyetê ji bo nubûwetê

 Ew jî ev e ku kesekî idiaya nubûwetê dike, gerek xwedîyê hemû xûy û sifetên baş be û di hemû kemalatê nefsanî de ji hemû ummetê bi fezîletir, kamiltir, bilindtir û ji hemû sifetên xirab, xûy û kiryarên ne baş, bila dûr be. Herweha ji bo Hz. Muhemmed (s.’e.a.) bi tewatir sabit û diyar e û hemû yar û neyarên wî, bi başî qala wî dikin û ji sêfetên kemal û kiyarên baş ên wî xweber dane û ewî ji xûy û kiryarên ne baş û tiştên din yên astengê nubûwet dibin, jê dûr dizanin.

Bi kurtî, exlaqê baş, sifetên ku hatîye pesn dan û edeba baş, herweha guhurandina ku di di ‘alema beşerîyetê da bi taybet di nav miletê hicazê da pêk anîye, ji bo nubûweta wî tu şik û şubhe ne hîştîye. Dîsa gotarên wî di barê tewhîd, sifetên Xweda, hukmên helalê û heramê, şîret û yên xêncî van nîşan dide ku ku her yek ji bo selahîyeta wî bona hêlbijartina nubûwet a vebirî kirîye û ji bona mirovê bi însaf cîhê tu şik û şubhê ne hîştîye. 

Sêyem: Hebûna M’ucize

Mirov dikare m’ucizê di pênc cîha da kurtayî bike:

1-M’ucizeya exlaqî

2------------- kiryarî

3------------- zanînî 

4------------- şûnwara m’enewî

5------------- şûnwara wucûdî

Hz. Muhemmed (s.‘e.a.) bi baştirîn şikl xwedîyê van taybetîya bû.

1- M’ucîza exlaqî

Hz. Muhemmed (s.’e.a.) di dema xortanî ya xwe da bi rastî û emanetdarîya xwe va û bi tebat, berxwedan bi bexşêşa xwe jî gelek bi nav bû. Di dilnizmîyê da kesek mîna wî tune bû. Di xweş xûyê da bê mînak bû “

انّك لعلي خلق عظيم

” . Di lêborînê da tu kes mîna wî nebû. Li hemberê ezîyet û tinazên xelkê digot: “

اللهم اغفر لقومي فانهم لا يعلمون

” . Her dem xêrxwaz, ji bo mirova dilsoj û ji bo mumina jî dilovan bû. “

بالمؤمنين رؤف رحيم”. 

Rûkenî û xweşxûyê ji sehabîya tu car kêm ne dikir û her dem jî halê wan dipirsîya û li cem kesekê baştirîn bû, xêrxwazîya wî bona misilmanan bi nav be. Û hêjatirîn kes li cem wî, kesanê ku arîkarî û ihsana wî ji xelkê pirtir be. Di civatekî rûnedinişt û ranedibû meger bi bîranîna Xweda. Pirê caran rûyê xwe alîyê qiblê ve dikir rûdinişt û ji bo xwe cîhekî taybet çê nedikir. Bi xelkê ra wusa reftar dikir ku mirov guman dikir baştirîn kes li cem wî, ew e. Pir qise ne dikir û qisedana kesekî jî ne dibirî heya dema ku tiştekî batil bigota.Ji tu kesekî ra tiştên ne baş ne digot û gazinda jî ne dikir. Li pey xetayên xelkê ne diket. Bi feqîr û hejara ra rûdinişt û bi wan ra xwarinê dixwar. Dema digehîşt cîhekî ewil silava dikir û musahifê dikir. Tu car ne dihîşt kesek li hemberî wî li pîya bisekine. Ji hemû kesan hekîmtir, zanatir, tebatgertir, ‘adiltir, egîtir û dilovantir bû. Ji bo pîr û kalan bi hurmet û ji bo zarokan jî bi rehm bû. Li xerîba xwedî derdiket. Heya bikariba tên tiştekî ne dixwar. Dema ku wefat kir, li paş dirhem û dînara ne hîşt. Egîtîya wî ewqas pir bû ku Hz. ‘Elî dibêje: “Wexta ku şer geş dibû me penaha xwe dibir ba wî.”

Efûkirin û jêborîna wî ewqas zêde bû ku dema Mekê hate girtin, bi derê K’ebê girt û xitabê ehlê Mekê kir û fermû: “Di heqê min da çi dibêjin û çi guman dikin?” Gotin: “Em gotina xêrê dibêjin û gumana me jî li ser xêrê ye, birayê kerîm, birazadeyê kerîmî, te hêzê bi dest êxist (li ser me xwedîyê hukm î) her çi bixwazî dikarî bikî.”  Pişt re Hz. Muhemmed (s.’e.a.) kerem kir: “Ez ewî tiştê dibêjim ku birayê min Yûsuf got: 

لا تثريب عليكم اليوم يغفر الله لكم و هو ارحم الراحمين

Sûreta Yûsuf/92.”

Vêca cinayetê wan efû kir û ji sûcê wan jî derbas bû û got: “Herin, ku hûn ji azadbûna ne.”

2- M’uciza ‘ilmî

Mêzekirina bi kitêbên ku di vî barê da ne, bi dirêjayî xitabe û şîretên Hz. Muhemmed (s.’e.a.) kerem kirine, bi diyarî hatîye qeyd kirin.

4-M’uciza kiryarî

Gerek bê gotin ‘emel û reftarên Hz. Muhemmed (s.’e.a.) ji weladeta wî heya dema wefat a wî teva m’ucize ye. Bi fikrekî kurt di bareyê cîhê jîyan xelkê Hicazê û rewşa wan I taybet mirovên wê demê, m’ucizebûna ‘emel yên wî sabit û eşkera dibe.

Di nav bîst û sala da bi hemû asteng û pirsgirêka, çar karên mezin û bingehî pêk anî ku er yek ji wan bi şiklekî nornal bi salan jê ra wext lazim e, da ku li derva bê dîtin. Ew çar kar pêk tên ji:

1- Li bervajîya ol ên ku wê demê hebûn, olekî nû û îlahî damizrand û mirava dawetê ol a xwe kir ku heya niha tesîra wî di dilê bi sed milyona mirovan da heye. Şopevan kirina milet hêsan e lê bandûr kirina dilên mirova bê şert û şurût û ewana ji dil û can êxistina bin fermana karekî gelek dijwar e, ew jî miletekî mute’esib û nezan.

2- Ji qebîleyên têvel ku dijmin û xûnxwazên hev bûn û her dem pêta agirê şer di navbera wan da bilind dibû, yek miletekî ku di navbera wan da biratî, wekhevî, azadî û yekîtîya bi m’enaya rast û durist pêk anî. Û piştî çend sal ji gelên têvel ên mixtelif ummetekî bi navê ummeta Muhemmed (s.’e.a.) damizrand û heya îro herweha mayîye û roj bi roj jî zêdetir dibe.

3- Di navbera wan qebîlên têvel da ku her yek ji wan bona xwe serokekî hebû û her qebile bi serê xwe bû û wusa jî adet kiribûn û ji berê da hikûmeta merkezî ya wan tune bû gerek dewletekî damizrîne ku hikûmeta wan li ser xîma azadî, serbestîya tam bû û ji alîyê hêz, nifûz û karînê ve gehîşt cîhekî ku piştî qirnekî yegane dewlet a 'alem û hikûmeta bi tenê ya cîhanê bû. Hz. Muhemmed (s.’e.a.) di rojekî da şeş heb name ji bo padîşahên zeman ê xwe nivişt û hemûyê wana dawetê Îslamê kir. Padîşahên ku xwe li ser serê hêz û quwetê didîtin û ‘ereba tu tiştek ne dijmartin. Dema name ya Hz. Muhemmed (s.’e.a.) gehîşt destê şahê îran û xwend, ku navê Hz. Muhemmed (s.’e.a.) pêşya nav ê şah hatibû nivîsandin, gelek pir hêrs ket û ferman da fermandarên xwe ku herin Medînê û Hz. Muhemmed (s.’e.a.) bila bigirin û bînin cem wî. Belê, ewan fikr dikirin ku ‘ereba hema ew ‘ereb in ku li beranberê leşkerê piçûk ê hebeşî ewê tu hereketekî nîşan nedin û ewê bajarê Mekê, mal û warê xwe bihêlin û penaha xwe bibin nav çîyan. Lê nikaribûn fam bikiran ku ewan xwedîyê rêberekî îlahî û kitêbeka ezmanî ne û îdî ew ‘erebên berê nînin.

4- Di nav bîst û sê sala da qanûn û destûra pêk anî ku hemû meslehet û daxwazên mirova bersiv bide û heya îro û heya roja qîyametê ewê hebe û ewê ‘emelkirina bi wan bibe sedema se’adeta dinya û axîret a beşer e. Û ewê tu car kevn û bê feydê nebe.

حلال محمد حلال ابداً الى يوم القيامة, و حرامه حرام ابداً الى يوم القيمة  

(Usûla Kafî, c.1, r.58, h.19) û ev qanûn herweha zindî û bê dawî ye.

4- M’uciza bê dawî ya wî Qur’ana Pîroz e

M’ucîza bê dawî ya wî Qur’ana Pîroz e ku seneda vebirî û m’uciza bê dawî ya Hz. Muhemmed (s.’e.a.). Qur’ana ku di nav bîst û sê sala da li ser Hz. Muhemmed (s.’e.a.) nazil bû û ji wê zemanê heya niha di civakên curbecur a beşer da ji alîyê mixtelif da cîhê balkêş bûye û ‘ecêbmayîna zanayan jî zîdetir kirîye. Herweha di dirêjaya qirna da hêz û meqama dilind a xwe parastîye û ji her tehrîf, guhurandin, kêmasî û zêdebûnê hatîye parastin. Bi sedan tefsîr û kitêb di bareyê lefz û heqîqetên wê da hatîye nivîsîn û Xwedayê mezin jî diparêze û kerem kirîye: “

انّا نحن نزّلنا الذكر و انّا له لحافظون ” Sûreta Hicr/9.

5- Ê din jî, ji m’ucizên Hz. Muhemmed (s.’e.a.) Ehlê Beyt a wî ya pak e

Herweha tenê meqama bilind a nubûwet dikare keç û imamên m’esûm bide civaka beşerî. Mirovê bi insaf ku bi zanîn li jîyan, gotar û kiryarên Ehlê Beytê mêze bike ewê iqrar bike ku her yek ji wan, mîna Qur’ana Kerîm, m’ucize û delîlên cuda ji bo nubûweta Hz. Muhemmed (s.’e.a.). Wusa ku eger bê ferzkirin tu delîlekî xêncî hebûna Ehlê Beytê, ji bo nubûweta Hz. Muhemmed (s.’e.a.) di dest da nebûya, hema tenê ev bes bû. Gerçê diyarkirina vê m’ucizê li derveyê vê nivîsokê ye. Bi taybet ez jî piçûktir im ji wê ku bikaribim parîkî ji vî rastîyê diyar bikim û nîşan bidim.

Imamet

Ê din jî, ji binjgeha bawerîya ku taybetê rêçkevan yên Ehlê Beytê ne, mijara imamet e.

Ji ewê ku di behsa nubûwetê da derbas bû, diyar bû ku hebûna imam bona ol û civakê mîna hebûna pêxember e. Herweha ku t’eyîna pêxember gerek ji alîyê Xudê ve be, t’eyîna imam û xelfê pêxember jî ku parêzerê û beyangerê ol e, gerek ji alîyê Xudê ve be. Xelk nikarin û heqê wan jî tune ji bo pêxember xelêfe t’eyîn bikin. Ji karên mirova nîne ku bona beyana hukm yên îlahî û şer’et a nebewî kesekî t’eyîn bikin. Û delîlên wê pir in ku em ê şanîyê hineka bikin:

1- Herweha hate şanîkirin merteba imamet mîna merteba nubûwet û talîya tilwa wê ye. Ji ber vê yekê me her delîla ku ji bo luzûma şandin a rislê anî, ji bo luzûma t’eyîna imam jî tînin. Bi kurtî imamet jî hema bi wan delîla sabit dibe.

2- Ji bona her kes eşkera ye ku heyîna imam ji bo ol, Qur’an û ummet gelek mesleheta garantî dike û her celeb fesad jî vala ye. Îjar bi lazimîya ‘edl û lutf ji Xwedayê Hekîm ra t’eyîna wê vebirî û lazim e. Lewra di t’eyîn ne kirinê wî da gel ji nav çûyîna meslehetên ol û mirova, fesad çêdibe û zehmetên Resûlê Xudê (s.’e.a.), ol, şerî’et, Qur’anê teva tê ji bîrkirin û tune dibin û ev jî şîkandina daxwaz û armancê ye. Û şikandina daxwaz û armanncê ji Xweda bi cîh nîne û mehal e jî.

3- Herweha ku di delîlên imametê da hate gotin, imam gerek m’esûm û xwedîyê hemû fezîletên însanî be û ji hemû pîsatîyên nefsanî dûr be û bi hemû tiştên ku ji bo ummetê lazim e zana be, û bikaribe bersivdarê hemû şubha be, bi kurtî gerek ji hemû alî ve kamil be; ji ber ku pirê van tiştan ji tiştên batinî ye û kesekê din ji xêncî Xwedayê mezin vana bandûr ne kirîye; loma t’eyînkirina kesekê weha ji karina beşer li derve ye,

(أَعْلَمُ حَيْثُ يَجْعَلُ رِسَالَ تَهُ)

Sûreta En’am/124 û xelk jî tu car hêza t’eyîna wî bi wan ra tune û mefê têkilbûnê jî bi wan ra tune. Herweha  Xwedayê mezin kerem kirîye:

(وَرَبُّكَ يَخْلُقُ مَا يَشَاءُ وَيَخْتَارُ مَا كَانَ لَهُمُ الْخِيَرَة ُ).

Yanî: “Xwedayê te çi bivê, ewî diaferîne û ewî hildibijirîne, ji bona wan bi xweber jî qe tu hilbijartin tune ye” Sûreta Qisas/68. Ji ber vê yekê hilbajartina imam û xelîfê pêxember di destê Xweda ye da û di destê xelkê da jî tu tiştek tune. Lewmane em şi’îyan bawer dikin ku bi hilbijartin û destûra Xwedayê mezin û ji alîyê Hz. Resûlê Ekrem (s.’e.a.) ve danzdeh imamên m’esûm bona rêberî û imametê hatine hilbijartin û Pêxember (s.’e.a.) wana bi nav û xusûsîyetên wan ji bo xelkê ra dane nasandin.

Imamê ewil

Resûlê Ekrem (s.’e.a.) di ewlîn civaka xwe da ku daweta xwe eşkera kir û xelkê dawetê Îslamê kir, imam û cîhgirê xwe jî beyan kir û ji bo xelkê da nasandin.

Pêxemberê Ekrem (s.’e.a.) heya sala sisê ya b’îsetê veşartî xelkê dawetê Îslamê kir. Da ku ev ayeta pîroz

(وَأَنذِرْ عَشِيرَتَكَ الْأَقْرَبِينَ – sûreta Şû’era/214)

nazil bû. Pêxember (s.'e.a.), lêzimên wî qasî çil kes bûn dawet kir, piştî xwarinê kerem kir: “Gelî zarên ‘Ebdulmutelib! Sond dixum ji Xudê ra, tu ciwanekî di nav ‘ereb da nas nakim ku ji bona qewmê xwe tiştekî çêtir ji ew tişta ku min anîye. Ez ji bo we xêra dinya û axîretê anîye (

انَي جئتكم بخير الدنيا و الاخره

( û Xwedayê mezin destûr daye min ku we dawetê vê olê kim. Ji we kî ji bo min di vî karî de ewê arîkarî bike da ku bila bibe bira, wesî û şûngirê min? Ji kesên hazir bûn kesekî qebûl nekir xêncî ‘Elî ku ji hemû piçûktir bû rabû û got: “Ey Pêxemberê Xudê! Ez di vê rê da yar û yawerê te me.”

Pêxember (s.’e.a.) destê xwe avêt stûyê ‘Elî (‘e.s.) û kerem kir: “Ev bira, wesî û şûngirê min di navbera we da ye. Gotinê wî seh bikin û fermanên wî jî bi cîh bînin.”

(

انَ هذا خليفتي فيكم فاسمعوا له و اطيعوه

Şênî ji cîhê rabûn di halekî da kenîyên bi tinaz li rûyê bû ji Ebû Talib ra digotin: “Ewê destûra bide te ku tu jî goh bide ferman kur ê xwe û ita’etê wî kî.”

Evî bûyerê komekî pir ji zanayên Ehlê Sunetê, mîna Ibnê Herîr, Ibnê Ebî Hatem, Ibnê Merdûye, Ebû Ne’îm, Beyheqî, S’elebî, Teberî, Ibnê Esîr, Ebulfida û kesên din jî neql kirine. (Ji bo lêkolîn dikarin li kitêbên el-Murece’at, Ihqaq-ul Heq, cilda 4-ê binhêrin)

Ji vê bûyerê diyar dibe ku daweta nubûwet û imamet bi hev ra û li rexê hev cîh girtine. Diyar dibe ku diqeta ku Pêxember (s.’e.a.) ji bo nubûwet û qebûlkirina wê hebû ji bo imametê jî hebû. Diyar dibe qebûlkirina nubûwetê bê qebûlkirina imametê armanc û daxwazê Îslam û Pêxember (s.’e.a.) nîne.

Piştî ev bûyerê Pêxemberê Ekrem (s.’e.a.) di firsend, babetên têvel û beyanên curbecur da imameta Hz. Emîr (‘e.s.) ji bo xelkê digot û di vî barî da ayet jî nazil bûne da ku Pêxemberê Ekrem di sala 10-ê da hicretê Mekkê kir û heccê bi cêh anî û ev bi paşîna bi paşîna sala temen ê Pêxember (s.’e.a.) ra bû. Loma jê ra Heccet  ul-Wida tê gotin. Û kesên ku bi Pêxember (s.’e.a.) ra bûn qasî sed û bîst hezar tê texmîn kirin.

Bûyera Xedîrê Xum

Piştî xilasbûna heccê Pêxemberê Ekrem (s.’e.a.) ji bo çûyîna Medînê bi rê ve ketin. Gava ku nêzîkê xedîrê xum hat, Cibrîlê Emîn nazil bû û ji bo Hz. Muhemmed (s.’e.a.) fermana sekinînê li vêderê re anî. Ji alîyê Pêxember (s.’e.a.) ve jî fermana rawestînê ji bo sehabîya hate dayîn. Karwanîyan ji sekinandina carekî li vî hêla germ a bê av û bê gîya heyirî man û gotin: vebirî ji alîyê Xweda fermaneke girîng hatîye! Di vê gavê da ev ayeta hanê nazil bû:

 يا ايّها الرسول بلّغ ما انزل اليك من ربّك و ان لم تفعل فما بلّغت رسالته و الله يعصمك من الناس انّ الله لا يهدى القوم الكافرين

“Ey Pêxember ew tişta ku ji alîyê rebbê te ji te ra nazil bûye, teblîx ke. Û eger tu vî karî nekî, te risalata wî bi cîh ne anîye! Û Xweda te ji (xetera ihtilîya) xelkê diparêze. Û Xweda koma kafiran jî hidayet nake” Sûreta Maîde/67.

Muezin, xelkê ji bo nimêja nîvroyê bang da. Piştî nimêja nîvroyê Pêxember (s.’e.a.) xelkê teva ji bo bîhîtina mesaja îlahî gazî kir. Minberek ji palanên hêştira çê kirin û Resûlê Xweda (s.’e.a.) jî derket ser minberê. Piştî hemd û sipasê ji bo Xweda, ji xelkê ra got: “Ez ê di nêz de ji navbera herim. Ez berpirsiyar im û hûn jî berpirsiyar in… (da ku kerem kir) niha binhêrin bi vî du tiştên giranbiha ku di navbera we da yadîgar dihêlim ka hûn ê bi wana çi bikin!”

Kesek ji navbera sehabîya got: “Kîjan du tiştên giranbiha, ya Resûlallah?”

Hz. Muhemmed (s.’e.a.) fermû: “Giranbihaya ewil, kitêba Xweda ku alîyekî wê di destê Xwedê da ye û alîyê din jî di destê we da ye. Dev jê bernedin da ku rêya xwe wunda nekin. Lê duyemîn yadîgara giranbiha ya min, binemala min e. Xwedayê Letîf ê Xebîr xeber da min, ku ev du tişt tu car ji hev naqetin; da ku di bihiştê da bigihîjin bal hev. Bi pêşya van her du tişta  nekevin ku ewê hûn ê helaq bibin.”

Xelkê mêze kir ku Pêxember (s.’e.a.) li derdorê xwe nihêrî û çawa ku çavê wî bi ‘Elî (a.s.) ket xwar bû û bi destê ‘’Elî (‘e.s.) girt û bilind kir. Wusa ku heya sipîtîya binê piçengên wan hate dîtin. Û xelkê teva wî dîtin û nas kirin. Li vêderê Hz. Muhemmed (s.’e.a.) bi dengê bilind fermû: “Kî, ji hemûyê xelkê nisbet bi misilmana ji wan bi xwe layîqtir e?” Gotin: “Xweda û Pêxemberê wî zanatir in.” Pêxember (s.’e.a.) fermû: “Xweda mewla û rêberê min e û ez mewla û rêberê muminana me (paşê fermû)

ف من كنت مولاه فعلي مولاه

 îjar her kesekê ez mewla û rêberê wî me ‘Elî jî mewla û rêberê wî ye.” Vê gotinê sê an çar cara got. Pişt re got:

"اللهمّ والٍ من والاه  و عاد من عاداه و احبّ من احبّه و ابغض من ابغضه واصر من نصره و اخذل من خذله وادر الحقّ معه حيث ما دار"

“Xwedayo! Ji dostên wî hez bike, bi dijminê wî ra jî dijmintî ke. Jê hez ke her kesekê ku ji ewî haz dike, dijminatî bike bi kesekê ra ku dijminê wî ye, arîkarî bike bi kesekê ra ku arîkarîya wî dike, kesên ku arîkarîya wî nekin arîkarîya wan neke, bila heq bi wî ra be û ewî ji heqîyê cida neke.”

Xutba Hz. Muhemmed (s.’e.a.) –ku kurteyek jê neql kir- xilas bû û di vê gavê da jî ev ayeta hanê nazil bû: 

الْيَوْمَ أَكْمَلْتُ لَكُمْ دِينَكُمْ وَأَتْمَمْتُ عَلَيْكُمْ نِعْمَتِي وَرَضِيتُ لَكُمُ الإِسْلاَمَ دِينًا

“Min îro ola we kamil kir û nîmetê xwe li ser we jî temam kir û Îslamê bi ‘inwana ola (bê dawî) ji bona we ra qebûl kir” Sûreta Maîde/3.

Di vê gavê da dengê şahî ji ser xelkê rabû û hatin Emîrê Mumina tebrîk kirin. Ebûbekr û ‘Omer jî li hizûra xelkê Emîrê Mumina tebrîk kirin û gotin:

بخٍّ بخٍّ لك يا ابن أبى طالب اصبحت و امسيت مولاى و مولا كلّ مؤمن و مؤمنة

Pîroz be, pîroz be ey kurê Ebî Talib! Tu bûyî mewla û rêberê min, hamû mêr û jinên bawerdar.

Erê ev bû kurtayek ji bûyera Xedîrê Xum ku xêncî zanayên Şi’î komekî pir ji zanayên Ehlê Sunetê jî evê nbûyerê di kitêbên xwe da anîne û neql kirine. Ji bo nimûne em ê navên hineka ji wan bînin.

Hafiz Ebû Se’îd ê Secistanî, Ebû Ne’îm ê Îsfehanî, Ebulhesen Wahidî ê Nîşabûrî, Ibnê ‘Esakir ê Şafi’î, Fexrê Razî, Ibnê Sebax ê Malikî, Celaleddînê Suyûtî, Alûsî, Qundûzî, Bedruddînê Henefî, Şêx Muhemmedê ‘Ebdûh ê Misrî û yên din. (Ji bo lêkolîna pirtir li kitêba El-Xedîra ‘Ellameyê Emînî bila bê nêhirtin.)

Navên pîrozên Imamên Pak ên din pêk tên ji:

2- Hz. Imam Hesenê Mucteba (‘e.s.)

3- Hz. Imam Huseyn (‘e.s.)

4- Hz. Imam ‘Elî Ibnê Huseyn (‘e.s.)

5- Hz. Imam Muhemmedê Baqir (‘e.s.)

6- Hz. Imam C’eferê Sadiq (‘e.s.)

7- Hz. Imam Mûsa Ibnê C’efer (‘e.s.)

8- Hz. Imam ‘Elî Ibnê Mûsa er-Riza (‘e.s.)

9- Hz. Imam Muhemmed Ibnê ‘Elî el-Cewad (‘e.s.)

10- Hz. Imam ‘Elî Ibnê Muhemmed el-Hadî (‘e.s.)

11- Hz. Imam Hesen Inbê ‘Elî el-‘Eskerî (‘e.s.)

12- Hz. Imam Huccet Ibnê Hesen el-Mehdî (‘e.s.), ku Imamê danzdehem hê niha jî dijî lê ji ber çava veşartîye. Ewê rojekî bi fermana Xwedayê Qadir were û hikûmeta ‘edl a cîhanîyê damizrîne û ewê dinyayê bi ‘edl û dadê tijî ke. Inşaallah.

Lazim e ku gerek em bêjin, em şi’îyan herweha bawerdar in ku Hz. Fatime (s.’e.) keça giranqedr a Resûlê Xweda (s.’e.a.), bermalya Emîrê Mumina ‘Elî (‘e.s.), dîya imaman, tewere û mîhwera imamet û welayet bûye, serwer û seyyideya jinên her du cîhana ye. Ew ji bo hemû mirova bûye nimûne di hemû deman da. Yekî ji m’esûmana ye ku gotar û reftarê wê heccet e.

Razîbûna wê, razîbûna Xweda û Pêxemberê wî ye. Xezeba wê, xezeba Xweda û Pêxemberê wî ye.

Ewên ku me zikr kir Ehlê Beyt û ‘Itreta Resûl ê Xweda ne ku xwedîyê sifetên wî ne. Resûlê Xweda (s.’e.a.) bi caran di barê wan da şîreta dikir û wana bi Qur’anê ra zikr dikir û ji xelkê ra digot: “Ez di navbera we da du tiştên giran û hêja dihêlim. Kitêba Xweda û ‘Itret û Ehlê Beyt a min e. Dema ku hûn bi wan her du bigrin tu car rê wunda nabin.

انّى مخلّف فيكم الثقلين: كتاب الله و عترتي اهل بيتى لن تضلّوا ما تمسّكتم بهما

(Bihar ul-Enwar, cild 5, rûpel 68, hedîs 1.)

Xwedayê Te’ala du berpirsiyarîyê girîng û gelek giran xistîye stûyê wana:

1- Hidayet û rêberîya olî ya mirova, Ji bo mirova nasandina zanîn, exlaq û qanûnên ol û dinya ji metna Qur’anê û Suneta Resûlê Xwda û ilhamên ku ji alîyê Xweda ve ye.

2- Rîberîya sîyasî û îdarekirina civakê û bi cîhanîna deqîq a ehkam û pêwîstîyên hikûmet a Îslamî bi hemû bu’ût xwe va.

Riwayetên ku di barê Hz. Imam Mehdî (‘e.s.) da ne

Li vêderê minasib e ku naveroka riwayetên ku ji Şî’e û Ehlê Sunet di barê Imam Mehdî (‘e.s.) da riweyet kirine em ê zikr bikin:

1- Riwayetên ku dibêjin imaman danzdeh kes in û ewilê wan ‘Elî ye û paşîyê wan jî Mehdî ye. 91 hedîs.

2- Riwayetên ku dibêjin Mehdî ji binemala Pêxember (s.’e.a.) e. 389 hedîs.

3- Riwayetên ku dibêjin Mehdî ji ûrta Imam ‘Elî (‘e.s.) e. 214 hedîs.

4- Riwayetên ku dibêjin Mehdî ji zarên Hz. Fatime Zehra ne. 192 hedîs.

5- Riwayetên ku dibêjin Mehdî nehemîn kur ji zarên Imam Huseyn (‘e.s.) e. 148 hedîs.

6- Riwayetên ku dibêjin Mehdî ji zarên Imam Seccad in. 185 hedîs.

7- Riwayetên ku dibêjin Mehdî kurê Imam Hesen ‘Eskerî ye. 148 hedîs.

8- Riwayetên ku dibêjin Mehdî imamê danzdehem û paşîn e. 136 hedîs.

9- Riwayetên ku di barê welayete Imam Mehdî da hatine.214 hedîs.

10- Riwayetên ku di barê dirêjîya temenê Imam Mehdî da hatine. 318 hedîs.

11- Riwayetên ku di barê xeybeta dirêj a Imam Mehdî da ne.91 hedîs.

12- Riwayetên ku mizginîya hatina Imam Mehdî didin. 658 hedîs.

13- Riwayetên ku dibêjin Mehdî bi xwe ewê dinyayê bi ‘edl û dadê tijî bike. 123 hedîs.

14- Riwayetên ku dibêjin Îslam ewê bi wesîla wî cîhanê teva bigire. 47 hedîs.

Hemûyê van dike 2953 hedîs ku hatîye riwayet kirin. (Mehdîyê Mew’ûd, rûpel 5.)

Me’ad

Ê din jî ji bingehên bawerî ku hemû kitêb û olên îlahî qebûl kirine, vegerîna rih û beden bi ‘alema axîret e. Yanî jîyana mirov bi sedema mirinê naqede belkî paş vê cîhanê, cîhanekî din jî heye ku mirov li wêderê beranberîya ‘emel û kiryarên xwe ewê bibîne.

Xwedayê mezin di Qur’ana Pîroz da kerem dike:

يَوْمَئِذٍ يَصْدُرُ النَّاسُ أَشْتَاتًا لِّيُرَوْا أَعْمَالَهُمْ  * فمَنْ يَعمَل مِثقَالَ ذَرَّةِ خَيْراً يَرَهُ *  وَمَن يَعمَل مِثقَالَ ذَرَّةِ شَرّاً يَرَهُ 

“Di wê rojê da xelk bi şiklekî deste deste (ji goran) derdivin û da ku bila kiryarên wan bi wan bidin nîşandan. * Vêca her kesek qasî zereyek karê xêr bike, ewê wê bibîne. * Û her kesekê jî qasî zereyek karê xirab kiribe, ewê wê bibîne.

Belê, tenê tişta ku nefsa moriva ji xirabî, bê heddî, tecawuz û ji xwarina mafê kesên din diparêze, bawerîya ji me’adê ra ye. Tenê tişta ku pêşya mirova ji şehwetê, fuhûşê û pîsatîyê digire, pejirandina roja hesab û cezaya ye. Tenê parêzerê xef ku di eşkeratî û veşartîyê da miqatê ‘emel û kiryarê mirova dibe tenê ew bawerîya bi roja ceza û cîhê mikafatê ye. Di Qur’anê da di her cîhê de ku qala îman û mumin tê kirin, bingeha îmanê li ser tu tişt (bawerî bi mebde û me’adê) hatîye avakirin û pişt ra pêwîstîyên vê îmanê ku teqwa û ‘emelê salih e tê bîranîn.

Herweha bawerî bi me’ad lazimîya bawerî bi mebde (destpêka xilqetê) ye. Û her kesekê ku mebdeê itiraf û îqrar bike, bi me’adê bawer kirîye. Lewmane li gora vê esasê olên îlahî teva û hemû kesên ku pewrewê yekî ji pêxemberan e, me’adê qebûl kirine.

Delîlên eqlî û neqlî ji ayet û riwayetên mutewatir û zerûretên olê li ser isbata me’adê sekinîye. Her kesekê Xweda qebûl bike, me’adê yanî heşrê, hesabê, xêrê, cezaê, bihiştê û dojê  qebûl kirîye. Herweha hate şanî kirin ayet û riwayetên ku îmana ji Xudê ra lazim dizane, ji bo me’adê jî dizane. Loma bawerî bi mebde û bawerî bi me’adê bi hev ra li ser bingehekî jî daye rûniştandinê.

Ji ber vê yekê ew delîl û burhanên ku me mecbûr kirîye ji bo qebûlkirina çar bingehên olê, bi şiklekî vebirî me ji bo qebûlkirina me’adê jî mecbûr dike. Û em bi hukma wan delîl û burhana bawerdarê roja qîyametê dibin û ewî ‘eynî mîna hikmet û ‘edaleta Xweda jî dizanin.